Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyan de kesek bi kêrê hat kuştin.
Li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Midyadê doh di navbera du aliyan de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.
Di pevçûnê de welatiyê bi navê Nîhat Bîlgîçê 46 salî bi kêrê birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Nîhat Bîlgîç bir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û polîsan ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse