PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êriş PDKÎ Dron Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî bilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) da zanîn ku şeva borî kampeke wan a li nêzîkî Balîsanê û vê sibehê jî Kampa Cêjnîkanê bi dron û mûşekan hatine bombebarankirin.

Endamê Desteya Birêvebiriyê û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan ê PDKÎyê Kawa Behramî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Îro derdora saet 07:30î bi mûşekan Kampa Cêjnîkanê ya li Hewlêrê hat bombebarankirin."

Kamp cihê malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ).

Kawa Behramî diyar kir ku "Êriş bi mûşekekê hat kirin û ti zererên canî çênebûn" û da zanîn:

"Şeva borî bi du dronan êrişî sînorê Balîsanê yê Hewlêrê hat kirin.

Di heman demê de nêzîkî 4 mûşek ji aliyê Hevpeymanan ve hatin xistin, di ti ji wan de zererên canî çênebûn."

Êrişên li partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne

Li gel berdewamiya agirbest û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên dron û mûşekî yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Her di nava vê mehê de çend êriş li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê hatin kirin.

Her wiha êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst