WAN - Meaşê şivanan ji sedî 100 zêde bû

55 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Wan Şivan Pez Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê meaşê şivanan ji sedî 100 zêde bûye û gihîştiye 130 hezar lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 3 hezar dolarên Amerîkî.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî 3 milyon û nîv pez û bizin hene û li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hejmara ajelên biçûk de bajarê yekem e.

Ji ber zêdebûna ajelan pêwîstî bi şivanên zêdetir heye.

Bi hatina biharê re dema derxistina ajelan a ji goman hatiye lê ji ber bilindbûna meaşan û nebûna şivanan ajeldar rûbirûyî pirsgirêkan dibin.

Wekî her sal îsal jî li ber Mizgefta Hecî Osman, Bazara Şivanan hat avakirin û xwediyên keriyan û şivan li vê derê bazarên tund dikin.

Sala borî meaşê şivanan di navbera 60-70 hezar lîreyî de bû lê îsal meaş ji sedî 100 zêde bûye û şivan niha ji bo mehekê daxwaza 130 hezar lîreyî dikin ku dike nêzîkî 3 hezar dolarên Amerîkî.

Kar gelekî zehmet e

Xwediyên keriyan meaşê 130 hezar lîreyî zêde dibînin û dibêjin xerciyên wan ên din jî zêde bûne.

Lê şivanên ku 6 mehan li ser çiya û zozanan pez xwedî dikin dibêjin, karê wan gelekî zehmet e û meaşê ku ew dixwazin ne zêde ye.

Li herêma Serhedê ji ber zivistana dijwar ajel 6 mehan di goman de tên xwedîkirin û 6 mehan jî li mêrg û zozanan tên çêrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst