Girtiyan got 'Amedspor şampiyon e': Dest bi lêpirsînê hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Girtî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî DEM Partiyê ragihand ku li girtîgeheke Amedê li ser komek girtiyan dest bi "lêpirsîna dîsîplînê" hatiye kirin.

Sedema lêpirsînê tenê ew e ku girtiyan piştî derketina tîma Amedsporê ya Lîga Super dirûşma "Amedspor şampiyon e" gotiye.

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren, dosyeya lêpirsîna girtiyan bir Parlamentoya Tirkiyeyê.

Serhat Eren di vê çarçoveyê de ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek xwest ku bersiva pirsên wî bide.

Parlamenterê DEM Partiyê di pirsa xwe ya ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê de got:

"Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan gihîştine me, li Girtîgeha Vekirî ya Amedê bi hinceta gotina dirûşma 'Amedspor şampiyon e' li ser hejmarek girtî dest bi lêpirsînê hatiye kirin."

Serhat Eren da zanîn, nêzîkî 150 girtî ji ber ku ji bo serkeftina Amedsporê kêfxweşiya xwe aniye ziman rûbirûyî rêkarên îdarî bûne.

Her wiha herî kêm li ser 15 kesan jî dest bi lêpirsîna dîsîplînê hatiye kirin.

Tîma Amedsporê 2yê Gulanê di maça dawî ya Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de li deplasmanê bû mêhvana Îdirsporê.

Ev maç bi encama 3-3yan wekhev bi dawî bû.

Bi vê encamê re tîma Amedsporê puanên xwe derxistin 74an û di dîroka xwe de cara yekem bi fermî derket Lîga Super a Tirkiyeyê.

Vê serkeftinê li seranserî Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li Amedê pêleke mezin a kêfxweşiyê çêkir û wekî ku xuya dike bandora vê kêfxweşiyê gihîştiye nav girtîgehan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst