Wan (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bazareke balkêş heye.
Li vê bazarê pez nayê kirîn û firotin, li vir şivan û ajeldar li ser mûçeyê şivanan bazareke germ dikin.
Tê gotin ku meaş îsal ji sedî 50 zêde bûne û gihiştine derdora 2 hezar û 800 dolarî lê şivan vê yekê red dikin.
Şivan diyar dikin ku ew bi 60 hezar lîreyî (1300 dolarî) jî bi hêsanî şivaniyê peyda nakin.
Li bajarê Wanê şivan û ajeldar li vê bazarê digihin hev û li ser meaşên şivaniyê nîqaşan dikin.
Bi gotina şivanan, îsal meaşê wan li gorî hejmara pez û mercên ajeldaran di navbera 60 hezar lîreyî û 90 hezar lîreyî de diguhere.
Şivan: 'Efxanana bi bihayekî erzantir didin xebatandin'
Şivan Mehmet Elî Çinar got, “Meaşekî kêm didin me. Em 70, 80 heta 90 hezar lîreyî dixwazin lê ew diçin Efxanan digirin ji ber ku ew bi bihayekî erzantir dixebitin."
Şivan Xalid Eken biland, "Dibêjin 130 hezar lîre yan 120 hezar lîre lê ya rastî ne wisa ye. Kes ji 60, 70 yan jî 80 hezarî zêdetir nade."
Ajeldar Sefer Karabay anî zimên: "Ji xeynî meaş, em xwarina şivanan didin, em kincên wan dabîn dikin. Mehê sê rojan em destûrê didin wan. Hema bêje em tenê wan nazewicînin, heke bixwazin em dê wan bizewicînin jî."
Ji bazarê ber bi zozanan ve
Piştî ku li nav bazarê şivan û ajeldar li hev dikin, şivan berê xwe didin zozanan.
Her yekî ji şivanên vî keriyê pez bi 70 hezar lîreyî (1500 dolarî) dest bi şivaniyê kiriye.
Şivan Ozcan Demîr wiha peyivî, "Li hinek gundan li şûna meaş berxan didin. Ji bo 7 mehan 80 berxan didin. Kesên ku bi 70, 80, 90 yan jî bi 100 hezar lîreyî dixebitin hene."
Şivan Îrfan Sivrîtaş wisa axivî, "Xwarin, vexwarin û kincên min li ser xwediyê pez in. Mehê jî derdora 70-80 hezar lîreyî distînim."
Şivan Şerîf Sonmez wilo şitexilî: "Gazindeyên min nînin, ez bi kêfa xwe şivaniyê dikim. Meaşê min 70 hezar lîre ye. Hemû pêdiviyên min jî axa dide."
Hikûmeta Tirkiyeyê demeke dirêj e li ser wê projeyê dixebite ku şivan êdî bi sertîfîka û sîgortayê bixebitin lê heta niha ev proje bi temamî nehatiye bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse