Amerîka: Rûsya tevgera dronên me li Sûriyê asteng dike

08-07-2023
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Amerîka Rûsya Sûriye Pentagon Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asmanî ya Amerîkî ragihand balafirên şer ên Rûsî, ev cara duyemîn e di nava 24 demjimêrên borî de li esmanê Sûrîyê liv û tevgerên metirsîdar li nêzîkî dronên Amerîkî kirine. Pentagon vê yekê wek karekî acizker û neprofesyonel binav dike.

Li gorî vedyo ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de du firokeyên Rûsyayê ji corê Sukhoi Su-34 û 35 li asmanê navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê derdikevin, ku manorê li pêş sê dronên Amerîkî ji corê MQ-19 dikin.

Pentagon vê yekê wek karekî acizker û neprofesyonalane binav dike.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder dibêje “Zelal e, ku armanc jê acizkirin e, diyar e jî ku reftarekî nepêşeyî ye û neselamete ku Rûs wî dikin, em daxwazê ji hêzên Rûsyayê dikin van reftarên bêserûber rawestînin û wek hêzeke asmanî pîşeyî tevbigerin.”

Di 24 demjimêrên roja 5ê vê mehê de, firokeyên Rûsyayê bê ku çekan hilbigirin du caran rêgirî li dronên Amerîkayê li asmanê Sûriyê kirine, ku ya dum li bakurê rojavayê wî welatî bû.

Patrick Ryder got jî “Ev çend sal dibin em di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de dijî DAIŞê şer dikin, û di wan çend salan de jî me karî bi rêya rêkeftina ligel Rûsan erk û operasyonên xwe dûrî pirisgirêk û milmilaneyê bi serkeftin bikin, lewra Rûs dibêjin ev bûyera şaş a me bûye, bi rastî ev gotineke vala ye.”

Di 2019an de, Amerîka û Rûsya li ser çend binemayên taybet bi rûbirûbûnê lihev kirin, ku firrîna li ser navçeyên di bin desthilta wan de qedexe ye.

Eger firoke biçekkirî bin ew yek bi binpêkirina temam û rasterast a rêkeftinê tê binavkirin.

Amerîka dibêje di her sê mehên destpêka îsal de, firokeyên Rûsyayê 39 caran rêkeftina wan binpê kirine. Meha Çile 14 caran, û meha adarê jî 25 caran.

Her carê jî bi mûşekên zevî bo asman û asman bo asman bi bilindbûna 1.6 kîlometre firriyane û rewşeke neasayî çêkirine.

Rûsan ji Amerîkiyan re gotiye, ew itîrafê bi desthilata Amerîkayê li ser asmanê hinek cihan li Sûriyê nakin, wek navçeya Tenefê.

Bi nerîna Wshingtonê jî, Rûs hewl didin “Binemayên Rûbirûbûnê” li Sûriyê li gor berjewendiya xwe biguherin heta destê wan li parastina hevbeşên wan li wî welatî wek Îran û grûpên çekdarên nêzîkî wan vekirîtir bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst