Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê re sersaxî xwest

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tirkiye Yaşar Guler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wan leşkerên ku Tirkiyeyê yên li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza metanê miribûn sersaxî ji Tirkiyeyê re xwest.

Wezareta Parastina Tirkiyeyê doh ragihandibû ku 19 leşkerên wan li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza metanê jehrîbûne û 12 leşker ji wan mirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî nameyeke hevxemiyê ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şandiye û sersaxî ji malbat û kesûkarên wan leşkerên Tirk xwestiye.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de her wiha hevxemiya xwe nîşan daye û hêviya başbûneke bil ez ji bo birîndaran xwestiye.

Serokê Herêma Kurdistanê di nameya xwe de her wiha tekezî li berdewamiya hevkariya hevbeş a navbera her du aliyan kiriye ji bo pêkanîna aştî û parastina asayîş û seqamgiriyê li herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst