Li Bedlîsê 25 kesên ku çûbûn Newrozê hatin desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 25 kesên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûbûn bi hinceta "propagandaya PKKyê" hatin desteserkirin.

Polîsan tundî bi kar anî

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, piştî destpêkirina lêpirsînekê ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Bedlîsê ve, hêzên ewlehiyê li navçeyên Tetwan û Xelatê bi ser gelek malan de girt.

Hêzên ewlehiyê di serdegirtinan malan de 25 kes bi hinceta "propagandaya rêxistinê" desteser kirin.

Hat ragihandin ku di dema serdegirtina malan de, polîsan li hemberî desteserkiriyan û endamên malbatên wan tundî bi kar aniye.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û Stenbola Tirkiyeyê jî bi biryara dadgehê 27 kes bi hinceta propagandaya PKKyê hatibûn girtin.

Axaftina Erdogan

Divê were gotin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna doh a kabîneyê bal kişandibû ser pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbol û Amedê û gef xwaribûn.

Erdogan piştî pîrozkirina Newrozê gotibû:

"Wekî wan bûyerên ku li Amed û Stenbolê qewimîn, em dê li dijî wan kesên nemerd ên ku Newrozê dikin hincet û bi hestên gelê me dileyîzin, her çi pêwîst be bikin.

Em rê nadin ti hewldanên provokatîv ku sihê bixin ser nirxên Newrozê.

Eger hewldanên bi vî rengî hebin ku armanca wan têkdana pêvajoya 'Tirkiyeyeke bêteror' be, em dê li hemberî wan bisekinin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye