Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî ku wekî "Siyamend Efrîn" tê naskirin, ragihand ku wî bi şandeya Serokê Sûriyeyê re dosyeya girtî û koçberan nîqaş kiriye.
Mehmûd Xelîl Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand ku ew roja sêşemê bi şandeya Serokê Sûriyeyê re civiyaye û bi wan re gelek dosye nîqaş kirine.
Vegera koçberan û dosyeya girtiyan
Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe eşkere kir ku şandeya Serokatiya Sûriyeyê ji Ehmed Hîlalî û Xalid Hîlalî pêk hatibû.
Di civînê de dosyeya girtiyan û çawaniya çareserkirina vê dosyeyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha nîqaş li ser mekanîzmaya vegera koçberan a ji bo bajarên wan, pêkanîna aramiyê û xurtkirina gavên baweriyê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse