Hewlêr (Rûdaw) - Projeya Rûnakiyê ya elektrîka 24 demjimêrî bandoreke erênî li ser jîngehê Herêma Kurdistanê kiriye.
Nêzîkî nîvê niştecihên Herêma Kurdistanê niha xwedî karebaya 24 demjimêrî ne û plana hikûmetê jî ew e ku heta sala 2026an dawî li pirsgirêka karebayê bîne.
Yek ji bandorên baş ên Projeya Rûnakiyê ya elektrîka 24 demjimêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî vemirandin û rakirina bi hezaran jenetorên taxan kêmkirina pîsbûna jîngehê ye.
Lêkolîneke nû ya Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ku salekê li çar taxên Hewlêrê û piştî vemirandina 377 jenetoran hatiye kirin, aliyên erênî yên Projeya Rûnakiyê (Ronahî) ji bo jîngehê derdixe holê.
Berdevkê Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Dr. Senan Ebdullah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Encam nîşan didin ku rêjeya dengedengê, pirtikên hewayê û gaza karbondîoksîtê kêm bûye.
Bi saya vê projeyê, nêzîkî 62 milyon lître gaz nehatiye bikaranîn û derketina 166 hezar ton gaza karbondîoksîtê kêm bûye.”
Metirsiyên jenetoran ên li ser jîngeh û tenduristiyê
Herêma Kurdistanê berê ji ku kêmasiya karebaya niştimanî dagire pişta xwe bi jenetorên taybet qewîn dikir.
Jenetorên taybet ji bilî dengedenga xwe, çavkaniyeke serekî ya pîsbûna hewayê bûn.
Pisporê kîmyayê Mistefa Cuma li ser metirsiyên tenduristiyê yên wan madeyên jehrî ku di encama xebitandina jenetoran de çêdibin hişyarî da û anî ziman:
“Ez nabêjim sedema yekem lê yek ji sedemên sereke yên jenetoran, çêbûna nexweşiyên wekî penceşêr, bêhntengî, astim û nexweşiyên pişikan e.
Bi taybetî ew kesên ku nêzîkî jenetoran in, bêhtir di bin bandorê de dimînin.
Ji bo zanîna bandora temam a vê pêvajoyê pêwîst e raporên nexweşxaneyeke wekî Hêviyê werin wergirtin û berawirdkirin.”
Di çavdêriya pîsbûna hewayê de valahî heye
Tevî vê gava erênî hîn jî li Herêma Kurdistanê saziyeke zanistî û bipêşketî ji bo pîvandin û derxistina hûrgiliyên rêjeya pîsbûna hewayê nîne.
Stasyona pîvandina pîsbûna hewayê ya li Silêmaniyê ev 2 sal in ji kar ketiye, her wiha stasyonên Hewlêr û Dihokê jî ji ber kevinbûnê amarên wan ne cihê baweriyê ne.
Ji bo dagirtina vê valahiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku 3 stasyonên nû yên tomarkirina pîsbûna hewayê bikire û saz bike.
Proje 2 sal in ku li hêviya pesendkirina Wezareta Darayî ye û pêwîstî bi nîv milyon dolaran heye.
Tê payîn ku piştî bicihanîna vê gavê û berdewamiya Projeya Rûnakiyê, bandorên erênî yên li ser pakiya hewa û jîngeha Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçavtir derkevin holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse