Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir ku yek ji wan fermandar e.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku 3 gerîlayan li Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
HPGyê diyar kir ku yek ji wan Endama Konseya Fermandariyê ya HPGyê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes e.
Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:
Ekîn Amara Toldar: Navê wê yê fermî Şehrîban Akin e û ew xelka Colemêrgê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.
Zîn Zagros: Navê wê yê fermî Leyla Acar e û ew jî bajarê Wanê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.
Emîne Erciyes: Navê wê yê fermî Nazli Taşpinar e û ew ji bajarê Nevşehîrê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse