Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Me ji Amerîkayê çek wernegirtine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Donald Trump Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ragihandin ku wan ti çek yan alîkariya leşkerî ji Amerîkayê wernegirtiye.

Partiyan destnîşan kir ku çekên di destê wan de "yên kevn in û ne yên niha ne."

Donald Trump îro ragihandibû ku wan bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên Îranî şandine. Trump gotibû, "Ez bawer dikim Kurdan ew çek ji bo xwe birin."

"Em ne agahdar in"

Endamê Mekteba Siyasî ya Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Kako Elyar ji Rûdawê re got, "Wekî partî, ti çek ji bo me nehatiye û me wernegirtiye.

Em qet ji mijarê ne agahdar in. Berê behsa vê nehatiye kirin û kesî li ser vê bi me re xeber nedaye."

Berpirsê Peywendiyan ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mihemednezîf Qadirî jî ji Rûdawê re wiha axivî, "Siyaseta me ne ew e ku em xwenîşandanan bi rêkarên tund û tîj bikin.

Em daxwazên xwe bi şêweyeke sivîl û aştiyane dikin. Ew gotinên Trump bêbingeh in.

Çekên me yên berî 47 salan in ku di şerê li dijî Komara Îslamî de ketine destê me, hinek jê jî me ji bazarê kirîne."

"Yek fîşek jî nehatiye"

Berpirsê Peywendiyan ê Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî diyar kir ku çekên wan yên berî 30-40 salan in.

Penahî di berdewamiyê jî de got, "Em piştrast dikin ku me ji ti welatî yek fîşek yan çekek wernegirtiye. Tiştê di destê me de ye, yê me bixwe ne."

Her wiha endamê Fermandariya Giştî ya Supaya Milî ya Kurdistanê (PAK) Hamno Neqşebendî daxuyand ku peyama Trump ji bo wan ne zelal e.

Neqşebendî di berdewamiyê de got, "Wekî supayê me, me bi ti awayî ji Amerîka yan welatekî din çek wernegirtine. Çekên me yên dema şerê partîzanî û şerê DAIŞê ne."

Vê bersiva partiyan piştî daxuyaniya Trump a ji bo kanala Fox Newsê hat ku tê de îdia kiribû Washingtonê bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderan şandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst