YPG: DAIŞê li Bozanê (Eyn Îsa) êrişî me kir

09-10-2015
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan YPG DAIŞ Bozanê (Eyn Îsa) Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê li Bozanê (Eynn Îsa) êrişî şervanên wan kirin, lê êrişên wan ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin.

  

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 8ê Cotmehê daxuyaniyek belav kir û derbarê şev û pevçûnên vê dawiyê yên navbera şervanên YPGê û DAIŞê û komên din ên çekdar de agahî dan.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, pêr roja 7ê Cotmehê saet 13.00'an çekdarên DAIŞê li derdora bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) yê giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dijî şervanên YPGê  lidar bixin.

 

YPGê ragihand, Çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Mixeyrim a ser bi Bozanê ve êrîşî şervanên YPGê kirin, lê rastî bersivdana bilez a şervanan hatin û di navbera wna de şer deket.

 

Hat gotin, ku şer bo demek kêm berdewam bû û di encama pevçûnan de li gor agahiyên berdest, çekdarekî DAIŞê hat kuştin û çekdarek jî birîndar bû. Piştre çekdarên DAIŞê bi neçar ji qada şer reviyan.

 

YPGê di daxuyaniya xwe de herwiha daye xuyakirin, ku duh 8ê Cotmehê jî çekdarên DAIŞê careke din derdora saet 07.00'an de li rojhilatê bajarokê Bozanê êrîşek lidarxistin.

 

YPGê destnîşan kir, çekdaran hewl dan di navbera gundên Şergirat û Heşê de derbasî cihên di bin kontrola şervanên YPGê de bibin, lê şervanan bersivek tund dan wan û bi neçarî ew çekdar ji qada şer reviyan.

 

YPGê derbarê zirarên wê êrişê de ti agahî nedaye.

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, ku çekdarên DAIŞê roja 6ê Cotmehê danê şev li Girê Spî êrişî YPGê kirin, lê ew êrişa wan jî rastî şikestinê hatiye. YPGê tekez kir, ku di şer û pevçûnên navbera şervanên wan û çekdarên DAIŞê de, 2 çekdar hatin kuştin û şervanan dest danîn ser komek çek û cebilxaneyên DAIŞê.

 

YPGê amaje bi êrişên vê dawiyê yê çekdarên Eniya El-Nusra li Helebê jî kir û ragihand, şer û pevçûn di navbera şervanan û çekdarên El-Nusrayê de li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê nav bi nav berdewam e û tekez kir, ku şervanan derbên giran li El-Nusrayê dane.

 

Li gor daxuyaniyê, şervanên YPGê pêr 7ê Cotmehê li taxa Bostan Paşa ya Helebê operasyonek li dijî çekdarên El-Nusrayê pêk anîne ku di encamê de 2 çekdarên wê komê hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst