Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku li qamîşên Gola Zirêbarê ya Merîwana parêzgeha Sineyê ketibû, piştî 5 demjimêran hat kontrolkirin.
Birêvebirê Jîngehê yê Merîwanê da zanîn ku zêdetirî 10 hektar ji qamîşan şewitiye.
Agir roja pêncşemê li beşa rojhilat a Gola Zirêbarê ya Merîwan ket.
Birêvebirê Jîngehê yê bajêr Mehdî Balîde ragihand:
“Destpêkê agir di nav saetekê de hat kontrolkirin lê mixabin ji ber ba, careke din belav bû.”
Mehdî Balîde da zanîn ku piştî hewldanên 5 demjimêran ên tîman careke din agir hat kontrolkirin.
Lêkolîna li ser sedema derketina agir berdewam e.
Mehdî Balîde diyar kir ku di şewatê de zêdetirî 10 hektar ji qamîşên Gola Zirêbarê şewitiye.
Gola Zirêbarê ya Merîwanê xwedî hezar û 200 hektar qamîş e û di nav qamîşên de bi dehan cureyên balinde û zîndeweran dijîn.
Salane şewata li nav qamîşan çend caran ducare dibe ku ev jî dibe sedema biçûkbûna rûberê keskahiya derdora golê û jiyana zîndewer û balindeyan dixe metirsiyê.
Gola Zirêbarê yek ji cihên geştyarî yên balkêş ên Rojhilatê Kurdistanê ye ku li rojavayê bajarê Merîwanê ye û xwedî ekosîstemeke taybet e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse