Di doza Rojîn Kabaîşê de pêşhateke nû: Telefona wê şandin Spanyayê

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Telefon Spanya Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê de, telefona wê ji bo vekirina şîfreyê şandin Spanyayê.

Rayedar destnîşan dikin ku amarên 3 rojên dawî yên beriya windabûna wê ji bo ronîkirina bûyerê roleke krîtîk dilîzin.

Serdozgerê Komarê yê Wanê Osman Kara ragihand ku telefona Rojîn Kabaîşê bi du pisporan re ji bo laboratuwara krîmînal a li Spanyayê hatiye şandin.

Osman Kara ji rojnameya Sabahê re got ku hinek amarên beriya 24ê Îlonê ji ser hesabê Googleyê hatine bidestxistin lê amarên di navbera 24-27ê Îlonê de hîn nehatine bidestxistin.

Kara destnîşan kir ku ev heyama 3 rojî ji bo çareserkirina bûyerê krîtîk e û got:

“Ji ber sedemên teknîkî yên têkildarî model û seriya telefonê, em negihîştin cîhazê.

Me ji bo vekirina şîfreyê ew şand Spanyayê, dema ku encam werin dê di lêpirsînê de pêşhateke girîng çêbibe."

Lêpirsîn bi raporeke nû ya ji Saziya Tiba Edlî û bi encamên lêkolîna dîjîtal bidome.

Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, 15ê Çiriya Pêşîn a sala borî, 18 roj piştî windabûna wê, 24 kîlometreyan dûrî şevîmana ku lê dima, li berava Gola Wanê hatibû dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst