Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HPG Şerê PKK û Tirkiyeyê Zap Çiyayê Garê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPGyê sala 2024an li navçeyên Zap û Gareyê yên Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Çîgdem Derwêş, Şîlan Çiya, Kawa Tebqa, Şîraz Nemir û Ciwan Çiyager li "Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û li Gareyê" canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, agahiyên nasnameyên gerîlayên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Çîgdem Derwêş: Navê wê yê fermî Emîne Şêxmus e, ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Navê dayîka wê Newroz û navê bavê wê Yûsif e. 29ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Şîlan Çiya: Navê wê Emîne Halîla ye, ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.  

Navê dayîka wê Nezîre û nave bavê wê Ahmet e. 15ê Çiriya Paşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Kawa Tebqa: Navê wî yê fermî Omer El Hadal e, ji Tebqayê ye. Navê dayîka wî Emîna nave bavê wî Ehmed e. 31ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Şîraz Nemir: Navê wî yê fermî Munzur Esaf e, ji Şama peytexta Sûriyeyê ye.

Navê dayîka wî Samiye Yasmîn e û nave bavê wî jî Esaf Omer e. 4ê Îlona 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Ciwan Çiyager: Navê wî yê fermî Semîr Zengî ye, ji Helebê ye.

Navê dayika wî Selva û nave bavê wî jî Abdo ye. 10ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Gareyê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst