Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê KCKyê Zagros Hîwa li ser vekişîna got, “Ev gav nîşana wê yekê ye ku PKK dixwaze pêvajoyê bi awayekî samîmî bimeşîne û yekalî ye.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.”
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku wekî baskê siyasî yê PKKyê tê naskirin, da zanîn ku ev biryar "yekalî" hatiye girtin û pabendbûna rêxistinê ya bi pêvajoya aştiyê re nîşan dide.
Berdevkê KCKyê Zagros Hîwa ji Reutersê re axivî û got:
“Ev daxuyanî tekezî û nîşaneke ciddiyetê ye ku PKK dixwaze vê pêvajoyê bi dil û can bimeşîne.”
“Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtin”
Hîwa her wiha dilgiraniya xwe ya ji ber neavêtina gavên şênber ên hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê anî ziman.
Hîwa got, “Di mijarên bingehîn ên wekî serbestberdana axaftina bi Kurdî li parlamentoyê û başkirina rewşa Serok Apo de ti gav nehatin avêtin” û banga xwe ya ji bo reformên siyasî li Enqereyê dubare kir.
Berdevkê KCKyê Hîwa bangî Tirkiyeyê jî kir û wiha anî zimên:
“Em dixwazin projeya aştiyê li gorî vîzyona Serok Apo pêk bînin.
Divê aliyê Tirk jî heman biryardariyê nîşan bide û rê li ber derbasbûna siyaseta demokratîk veke.”
PKK: Divê zemîn ji bo siyaseta demokratîk bê amadekirin
Di daxuyaniya ku li Qendîlê hat xwendin de, hat diyarkirin ku biryara vekişandina PKKyê ya ji Tirkiyeyê bi armanca “danîna bingeha jiyaneke azad, demokratîk û biratî” hatiye girtin.
Rêxistinê tekez kir ku ew pabendî pêvajoya bêçekbûnê ne û divê hikûmet ji bo “entegrasyona demokratîk” rêziknameyên yasayî yên pêwîst amade bike.
Nûda Arîn ku yek ji 25 endamên rêxistinê ye ku derbasî Herêma Kurdistanê bûye got:
“Em amade ne li ser bingeha gotinên Rêber Apo gavan bavêjin û em dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi hewce bike bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse