Zaxo (Rûdaw) – Mamosteyê kurd ê Serokê Libyayê yê berê Muemer Qedafî li navçeya Zaxo ya Duhokê dijî.
Mihemed Kerîm Mihemed Emîn li bajarê Kerkûkê sala 1927ê ji dayîk bûye û di 21 saliya xwe de tevlî artêşa Iraqê bûye. Mihemed Kerîm Mihemed Emîn di sala 1956ê de li koleja leşkerî Rostemiyeyê, ku sala 1924 hatiye avakirin û koleja leşkerî ya her kevin a Iraqê ye, bûye mamosteyê perwerdeya leşkerî.
Mihemed Emîn niha li navçeya Zaxo ya Duhokê dijî. Mihemed Emîn ji Rûdawê re behsa bîranînên xwe yên wê serdemê û xwedekarên ji welatên ereban hatine berdestên wî kir.
Serokê Libyayê yê berê Muemer Qedafî jî yek ji şagirdên Mihemed Kerîm Mihemed Emîn bû. Mihemed Emîn wiha behsa wê heyamê kir:
“Salekê ji welatên ereb 40 şagirdên ji 18 saliyê mezintir hatin koleja ez lê mamostetiyê dikim. Di wan salan de Iraq ji hêla leşkerî ve gelek serkeftî û pêşketibû. Muemer Qedafî yek ji wan şagirdan bû.
Qedafî ji wan şagirtên din bihêztir û jêhatitir bû û kesekî jixwebawer bû. Wî dizanî dê kengê li kû derê çi bibêje. Kesekî hers bû, heger ji hez mamosteyekê nekiriya guhdarî wî nedikir. Herî zêde peywendiyên wî li gel min hebû.”
Li koleja Rostemiyeyê 20 mamoste hebûn lê tenê Mihemed Kerîm Mihemed Emîn kurd bû.
Qedafî kolej wekî şagirtê herî serkeftî qedand. Pismamekî wî yê bi navê Xelife jî heman salê ew beş qedand.
Herwiha Serokomarê Misirê yê berê Husnî Mubarek û Serokdewletê Sudanê Omer Hasan El Beşîr jî ji bilî Qedafî li koleja navborî Rostemiyeyê perwerdeyê leşkerî bûne.
Li Libyayê 42 sal desthilatdarî
Di 16ê Çileya 1970an da Muemer Qedafî bû Serokwezîrê Libyayê. Qedafî 42 salan ma li ser desthilatdariya Libyayê. Di 20ê Kewçêra 2011 li Sirtê ji hêla muxalîfan ve hat kuştin.
Muemer Qedafî di salên 1980an de piştgirî dabû tevgera kurdî û li çend platformên navneteweyî yên cuda anî bû ziman bila gelê Kurdistanê bigihêjin mafê xwe.
Mamosteyê Qedafî wiha behsa serboriya wî dike:
“Hinek şagird dihatin cem min û digotin, Qedafî yê ji Libyayê hatî dibêje mileteke kurd heye û mafê wan ji aliyê ereban ve hatiye desteserkirin. Lê min ti cara ew mijar ligel wî neaxaft û ez nizanim çima bi Kurdan re ewqasî eleqeder dibû.
Mihemed Emîn bihestiyarî behsa Qedafî dike:
“Qedafê mirovek hêja û mezin bû. Dema ji desthilatdariyê ket ez gelekî xemgîn bûm. Bi awayekê hovane ew hat kuştin. Carinan tê bîra min û xewa min nayê.”
Mihemed Emîn 89 salî ye û 13 zarokên wî hene. Herwiha du jinên wî hene yek ji bajarê Kerkûkê ye û ya din jî ji navçeya Zaxoyê ye.
Hevjîna wî ya 69 salî Remziye Mihemed Kerîm jî dibêje: “Mêrê min gelek caran Qedafî bibîr tîne û behsa wî dike. Dema Qedafî hat kuştin ew gelek xemgîn bû.”



