Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku aştiya navxwe û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e.
Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Çelîk diyar kir ku aştiya navxwe ya Sûriyeyê ji bo aştiya herêmê jî mîna "kilîta stratejîk" e û got:
"Li Sûriyeyê prensîba 'yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' çarçoveyek e ku maf û paşeroja her kesî diparêze."
Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir ku nêzîkatiyên berfireh ên ku tê de kes nayê dûrxistin di berjewendiya her kesî de ne û wiha domand:
"Bi salan e hemû gelên herêmê şahidê wê têkoşînê ne ku Serokkomarê me ji bo yekîtiya hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Sûriyeyê dide.
Hebûna du artêşan an jî komên çekdar ên li derveyî dewletê tenê dikeve xizmeta navendên hêzên xirab.
Li Sûriyeyê paşeroja birayên me yên Tirkmen, Ereb, Kurd û hemûyên din li heman alî dinêre.
Karê kesên ku berê xwe didin aliyên din, tenê suîqesta li dijî paşeroja hevpar e."
Omer Çelîk her wiha anî zimên ku aştiya rasteqîn di nav Sûriyeyeke yekgirtî de ye û got, "Eşkere ye kesên ku li dijî prensîba 'yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' çekan hildigirin, xizmeta navendên hêzên biyanî dikin."
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku nabe projeyên terorê yên ku xizmeta emperyalîzmê dikin bi hinek têgeh û "makyajên siyasî" werin veşartin.
Omer Çelîk wiha domand, "Li Sûriyeyê qedera hemû birayên me yên Kurd, Ereb û Tirkmenan yek e û paşeroja wan yek e. Niha dema avêtina pêngavên rast e.
Siyaseta Serokkomarê me li dijî cudakariya di navbera pêkhateyên xwedî koka etnîkî û olî ya cuda de ye û 'siyaseta biratiyê' ye ku her kesî hembêz dike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse