Omer Çelîk: Îdiaya ku Tirkiye li dijî Kurdan siyasetê dimeşîne derew e

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Çelîk AK Partî HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, "Birayên me yên Kurd parçeyekî jêneveqetandî û wekhev ê Sûriyeyê ne. Şerê Ereb û Kurdan tune."

Çelîk her wiha got ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabendî Peymana 10ê Adarê be.

Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî (MYK) ya ku bi serokatiya Serokkomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin, derbarê rojevê de axivî.

"HSD ji aliyê navendên siyaseta qirker ve tê teşwîqkirin"

Berdevkê AK Partiyê amaje bi êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser taxên Kurdan ên jî kir û got:

"Me berê jî gotibû ku divê rêxistina terorê ya HSDyê pabendî Peymana 10ê Adarê be.

Wan bi êrişên li ser deverên sivîl û saziyên giştî tabloyeke xerab derxist holê.

HSD li wir ji aliyê hinek navendên siyaseta qirker ve tê teşwîqkirin.

Ev ne şerê Ereb û Kurdan e. Berdevkên rêxistinê dibêjin şerê Ereb û Kurdan hatiye teşwîqkirin.

Eger aliyekî ku vê yekê teşwîq dike hebe, ew jî HSD ye. Rêxistinên terorê komên etnîkî dikin mertal.

Dema destwerdan li wan tê kirin, kî bêje 'destwerdan li Kurdan tê kirin' derewan dike."

"Me li Kobaniyê 100 hezar birayên xwe ji mirinê rizgar kir"

Omer Çelîk gotina ku Tirkiye "siyaseta li dijî Kurdan" dimeşîne wekî "dereweke temam" pênase kir û bûyerên Kobaniyê yên berê wekî mînak nîşan dan.

Berdevkê AK Partiyê di berdewamiyê jî de got,"Di meseleya Kobaniyê de Obama telefonî Serokkomarê me kiribû û gotibû 'Kobanî ket, dikeve.'

Wê demê rêxistinê nedihişt kes bikeve Kobaniyê da ku komkujî çêbibe û ew propagandayê bikin.

Tirkiyeyê derî ji bo alîkariyê vekir. Me di rojekê de hişt ku 100 hezar birayên me ji mirinê rizgar bibin ji Kobaniyê derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin.

Yên ku îro li gel Kurdan in, divê banga ewil bikin ku PKK û HSD çekan deynin û pêvajoya herêma bêteror pêk were. Kurdên Sûriyeyê parçeyekî wekhev û jêneveqetandî yê Sûriyeyê ne.”

Daxuyaniya hevdîtina bi DEM Partiyê re

Çelîk diyar kir ku Serokkomar Erdogan trafîkeke xurt a siyaseta derve dimeşîne û piştî rûdanên li Sûriyeyê bi Şamê re hevdîtineke berfireh kiriye.

Çelîk li ser pirsa "Gelo Serokkomar dê bi şandeya DEM Partiyê re bicive?" got, "Niha teqwîmeke zelal tune."

"Divê pirsgirêkên Îranê bi dînamîkên wê yên navxwe çareser bibin"

Çelîk li ser Îranê û aramiya herêmê hişyarî da û diyar kir ku Îsraîl li herêmê "siyaseteke berfirehxwaz" dimeşîne û wiha pê de çû:

"Em ti carî naxwazin li cîranê me Îranê kaos derkeve. Divê ev pirsgirêk bi dînamîkên civaka Îranê bi xwe û bi îradeya neteweyî ya dewletê çareser bibin.

Destwerdanên ji derve, bi taybetî yên bi teşwîq dike Îsraîlê, dê bibin sedema krîzên mezintir.

Her wiha naskirina Somalilandê ji aliyê Îsraîlê ve, ji bo kontrolkirina bazirganiya deryayî nîşaneya hinek siyasetên tarî ye.

Hikûmeta Netanyahu ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê veşêre, li cihan din ji derxistina kaosê venakişe."

"Xeta Zer a li Xezeyê rewakirina dagirkeriyê ye"

Omer Çelîk li ser rewşa mirovî ya li Xezeyê û hewldana Îsraîlê ya "Xeta Zer" got ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin û got:

"Em dibêjin divê destûr neyê dayîn ku li Xezeyê xeta zer were kişandin. Îsraîl hewl dide bi rêya xeta zer sînorekî nû li nav Xezeyê çêbike.

Ev nêzîkatiyeke gelekî şaş e û rewakirina dagirkirina Xezeyê ye.

Di vê çarçoveyê de îradeya civaka navneteweyî ya ji bo ketina alîkariyên mirovî yên zêdetir bo Xezeyê gelekî girîng e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst