Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê diyar kir ku Rêveberiya Xweser pêbendî peymanê ye lê hikûmetê rêya şer hilbijartiye.
Berpirsa payebilind a Rêveberiya Xweser ji AFPyê re axivî.
Îlhamê got, "Em pêbendî aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalog û dan û standinan ne lê heta niha hikûmet... çareseriyê naxwaze."
Siyasetmedara Kurd da zanîn ku rayedarên Sûriyeyê “rêya şer” "hilbijartiye da ku êrişî taxên Kurdan ên Helebê bikin.
Îlhamê di berdewamiyê jî de got, "Bi van êrişan, aliyê hikûmetê hewl dide dawî li peymanên ku hatine îmzekirin bîne.
Em pabendî wan in û em hewl didin wan bi cih bînin."
Hikûmeta Şamê diyar kir ku wê taxa Eşrefiyeyê kontrol kiriye û piştî êrişên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê danê sibehê agirbest ragihand.
Her wiha ji bo şervanên Kurd dem diyar kir ku her du taxên di bin kontrola xwe de vala bikin.
Lê şervan derketina ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê red dikin.
Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku ji 6ê Kanûna Paşîn ve li ser taxan êrişeke bi çekên giran û bombebaraneke dijwar tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bi temamî hatine hedefgirtin.
Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê da zanîn ku ew dê li beramberî dorpêça artêşa Sûriyeyê "li ber xwe bidin."
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku "Amerîka rola navbeynkariyê dilîze... em hêvî dikin ku ew ji bo gihîştina lihevkirinê zextê bikin."
Li aliyê din, çavkaniyeke dîplomatîk ji AFPyê re ragihand ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ber bi Şamê ve bi rê ketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse