Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di daxuyaniyekê de ragihand ku derfeta her baş a ji bo Kurdên Sûriyeyê, tevlîbûna di bin sîwana hikûmeta nû ya bi serokatiya Ehmed Şer de ye.
Tom Barrack eşkere kir ku erkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêza sereke ya li dijî DAIŞê bi piranî bi dawî hatiye û divê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.
“Derfeta herî baş entegrasyon e”
Barrack di daxuyaniya xwe de amaje bi serdema nû ya piştî Esad kir û got:
"Derfeta herî mezin a ji bo Kurdên Sûriyeyê niha di qonaxa veguhastina piştî Esad de di bin hikûmeta nû ya bi serokatiya Serokkomar Ehmed Şer de ye.
Ev dem rêyeke ber bi entegrasyona tam a nav dewleteke Sûriyeyê ya yekgirtî pêşkêş dike ku mafên welatîbûnê, parastina çandî û beşdariya siyasî tê de heye."
“Erkê HSDyê qediya”
Rayedarê Amerîkî bi bîr anî ku sedema hebûna wan a berê li herêmê, nebûna hikûmeteke navendî ya bihêz bû li hemberî DAIŞê û wiha pê de çû:
"Îro rewş bi bingehîn guheriye. Sûriye niha xwedî hikûmeteke navendî ya naskirî ye ku dawiya sala 2025an wekî endama 90emîn tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûye.
Ev yek sedema hevkariya Amerîka û HSDyê diguherîne: Armanca eslî ya HSDyê wekî hêza sereke ya li dijî DAIŞê ya li ser erdê bi piranî bi dawî bûye, ji ber ku Şam êdî hem amade ye û hem jî di wê pozîsyonê de ye ku berpirsyariyên ewlehiyê, di nav de kontrolkirina girtîgeh û kampên DAIŞê, bigire stûyê xwe."
Peymana 18ê Kanûna Paşîn
Tom Barrack hûrgiliyên peymana di navbera HSD û Şamê de eşkere kirin û got:
"Me bi berfirehî bi Hikûmeta Sûriyeyê û serkirdayetiya HSDyê re kar kir da ku em bigihîjin peymana entegrasyonê ya ku 18ê Kanûna Paşîn hatiye îmzekirin.
Peyman, şervanên HSDyê tevlî artêşa niştimanî dike (wekî kesane/ferd, ku ev yek ji mijarên herî bi nakok dimîne), radestkirina binesaziya sereke (zeviyên petrolê, bendav, deriyên sînorî) û kontrola girtîgeh û kampên DAIŞê bo Şamê dihewîne."
“Em piştgiriyê nadin federaliyê”
Di daxuyaniyê de helwesta Amerîkayê ya li ser şêweyê birêvebirina Sûriyeyê bi zelalî hat diyarkirin:
"Amerîka ti berjewendiyek di hebûna leşkerî ya demdirêj de nîne; pêşîniya wê têkbirina paşmayên DAIŞê, piştgirîkirina lihevhatinê û bipêşxistina yekîtiya neteweyî ye bêyî ku piştgiriyê bide cudaxwaziyê yan federalîzmê."
Mafên Kurdan
Barrack destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo Kurdan pencereyeke bêhempa vedike û got:
"Tevlîbûna li dewleta nû ya Sûriyeyê mafên tam ên welatîbûnê (ji bo kesên berê bê nasname bûn jî), naskirina wekî parçeyeke bingehîn a Sûriyeyê, parastina destûrî ya ziman û çanda Kurdî (wekî perwerdeya bi Kurdî, pîrozkirina Newrozê wekî cejneke neteweyî) û beşdariya di rêveberiyê de pêşkêş dike."
Berpirsyariya Amerîkayê
Tom Barrack di dawiyê de diyar kir ku Amerîka niha li Sûriyeyê li ser du xalan disekine û ew jî ev in:
1. Misogerkirina ewlehiya girtîgehên ku girtiyên DAIŞê tê de ne û niha ji aliyê HSDyê ve tên parastin.
2. Hêsankirina dan ûstandinên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de ji bo tevlîbûna aştiyane ya HSDyê û beşdariya siyasî ya Kurdên Sûriyeyê di nav welatîbûna tam a Sûriyeyê de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse