Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 9an a şer de li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde êriş li parêzgeha Loristanê hatin kirin.
Alîkarê Parêzgarê Loristanê yê ji bo Kar û Barên Avakirinê Mehdî Mecîdî yekşemê ragihand ku di encama êrişan de xisar gihîştiye 67 malan û 143 dikanên bazirganiyê.
Piştî nîvroya 8ê Adara 2026an, li nav bajarê Xuremavayê yê navenda parêzgeha Loristanê, herî kêm 5 baregehên Supaya Pasdaran û polîsan hatin bombebarankirin.
Baregeha Supaya Pasdaran a li tenişta Keleha Dîrokî ya Felekuleflakê, baregeha Supaya Eşayirî ya Supaya Pasdaran, baregeha Tugaya 57an a artêşê û baregehên polîsan ên li Velîesr û Piştey Huseyn Abadê bûn armanca êrişan.
Birêvebiriya Mîrata Çandî ya Loristanê ragihand ku di êrişan de xisar negihîştiye Keleha Dîrokî ya Felekuleflakê.
Çend sal bûn ji Supaya Pasdaran dihat xwestin ku baregeha xwe ya li kêleka wê avahiya dîrokî vala bike.
Li bajarên din jî êriş çêbûn
Ji xeynî Xuremavayê, îro li bajarên Burûcerd, Nûrabad, Kuyeşt, Elişter û Rûmişkanê yên heman parêzgehê jî baregehên ewlehî û leşkerî yên Îranê bûn armanc.
Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a li Loristanê, bombebarankirina baregehên leşkerî piştrast kir.
Li gorî daxuyaniyên wan, ji xeynî baregehekê hemû baregehên din berê hatibûn valakirin, lewma di piraniya êrişên yekşemê de ti ziyanên canî çênebûne.
Li gorî vîdeoyên ku hatine belavkirin, di encama êrişên li bajarê Burûcerdê de gelek avahî rûxiyane.
Mehdî Mecîdî her wiha destnîşan kir ku heta doh Şemiyê di encama êrişên li bajarên Xuremava, Burûcerd, Çigenî, Nûrabad û Silsileyê de bi giştî xisar gihîştiye 67 malan û 143 dikanan.
Li Kirmaşan û Seqizê jî teqîn çêbûn
Êvariya Yekşemê li nav bajarê Kirmaşanê dengê du teqînên bihêz hat bihîstin.
Li gorî zanyariyan, Fermandariya Parastina Sînor a Parêzgeha Kirmaşanê û baregeheke polîsan a li nêzîkî wê hatine bombebarankirin.
Her wiha piştî nîvroya yekşemê jî li bajarê Qesra Şîrînê baregeheke Supaya Pasdaran û li bajarê Îslamabadê yê Kirmaşanê baregeheke polîsan bûn armanca êrişên asmanî.
Yekşemê serê sibehê, li nav bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê jî Baregeha Polîsan a Hejmar 12emîn a li nêzîkî Pira Biharistanê hat bombebarankirin.
Li aliyê din, di medyayê de hat ragihandin ku roja Yekşemê li parêzgeha Îlamê jî êriş pêk hatine.
Hat îdiakirin ku li bajarê Avdananê baregeheke Supaya Pasdaran û ya polîsan, li bajarê Eywanê jî Fermandariya Supaya Pasdaran hatine bombebarankirin lê ev nûçe hîn nehatine piştrastkirin.
Daxuyaniyên Amerîka û Îranê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrişan de daxuyaniyek da.
CENTCOMê ragihand ku desthilata Îranê herêmên sivîl û qerebalix ji bo veşartina hêzên xwe bi kar tîne û ji ber wê jî ew wan cihan dikin armanc.
CENTCOMê bangî xelkê sivîl jî kir û got, "Di malên xwe de bimînin.
Em nikarin ewlehiya kesên sivîl ên ku nêzîkî wan dezgehan in garantî bikin, çimkî ew der ji aliyê Îranê ve wekî baregehên leşkerî tên bikaranîn."
Li hemberî vê yekê, Serokê Heyva Sor a Îranê Pîrhuseyn Kolîvend diyar kir ku Amerîka û Îsraîl cihên sivîl dikin armanc.
Kolîvend destnîşan kir ku wan rapora van binpêkirinan pêşkêşî rêxistinên navneteweyî û Dadgeha Navneteweyî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse