Bakirhan û Nêçîrvan Barzanî axivîn: 'Hûn ne bi tenê ne'

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tuncer Bakirhan Êriş Herêma Kurdistanê Îran DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê li ser naveroka pêwendiya telefonî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Tuncer Bakirhan ji ber êrişên Îran û komên bi ser Îranê ve yên li dijî Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê re axiviye, daxwaza silametiyê kiriye û piştgiriya partiya xwe nîşan daye.

Êriş bi tundî hatin şermezarkirin

Tuncer Bakirhan di pêwendiyê de êrişên Îran û komên bi ser Îranê ve yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Bakirhan ji bo wî karmendê ewlehiyê yê ku di êrişa bi dronê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de canê xwe ji dest dabû sersaxî xwest.

Bakirhan hevxemiya xwe ji bo malbata wî karmendî û gelê Kurdistanê anî zimên.

"Hûn ne bi tenê ne"

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku ew li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û xelkê wê gelekî hestyar in û wiha got:

"Hûn ne bi tenê ne, çav û guhên me li we ne. Em van êrişên li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin şermezar dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst