Li Dîlokê mûşekeke Îranê hat xistin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Mûşek Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin ji aliyê NATOyê ve hatiye têkbirin.

Hat diyarkirin ku hinek parçeyên mûşekê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketine xwarê.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina asmanî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye îmhakirin."

Hat zanîn ku hinek parçeyên mûşekê li Dîlokê ketine erdên vala.

Wezaretê ragihand ku di vê bûyerê de ti zererên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.

"Em dê gavên pêwîst biavêjin"

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser aramiya herêmê û ragihand:

"Tirkiye girîngiyeke mezin dide pêwendiyên cîrantiya baş û aramiya herêmê.

Lê em careke din tekez dikin ku em dê li dijî her cure gefên li ser ax û qada asmanî ya welatê me, hemû gavên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî biavêjin.

Em bi bîr tînin ku pêbendbûna bi hişyariyên Tirkiyeyê yên di vî warî de di berjewendiya her kesî de ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst