Umêd Xoşnaw: Hewlêr di 10 rojan de bi 176 mûşek û dronan hatiye armanckirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê dema xistina dronekê li Hewlêrê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê dema xistina dronekê li Hewlêrê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Umêd Xoşnaw Hewlêr Îran Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku di 10 rojên borî de 176 mûşek û dron avêtina Hewlêrê lê piraniya wan hatine têkbirin.

Xoşnaw daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku sînoran deyne ser wan komên ku êrişî Hewlêrê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konfêranseke rojnamegeriyê de got, "Ji şemiya borî ve heta niha, Hewlêr rûbirûyî êrişên dijwar bûye ku zêdetirî 176 dron û mûşek bûne.

Êrişan li gelek deverên cuda bûne sedema zererên madî û canî."

Parêzgarê Hewlêrê got, piraniya wan mûşek û dronan ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatine têkbirin û ji ber vê yekê zere li gorî qebareya êrişan gelek kêm bûne.

Derbarê helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî van êrişan de, Umêd Xoşnaw got:

"Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha asta herî bilind a sebir û tehemulê nîşan daye li hemberî wan êrişên ku ji aliyê komên çekdar ên terorîst û neyasayî ve ji wan deveran tên kirin ku di bin desthilata hikûmeta federal de ne."

Parêzgarê Hewlêrê hişyarî da ku eger Bexda helwesteke ciddî nîşan nede, "Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê dê bi piştrastî rêkarên din bigirin ber."

Parêzgarê Hewlêrê her wiha behsa pirsgirêka xizmetguzariyan jî kir û eşkere kir, pirsgirêka gazê peywendîdar e bi têkçûna rewşa navçeyê û şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ku bûye sedema rawestandina hilberîna li Qada Gazê ya Kormorê.

Umêd Xoşnaw diyar kir ku ev yek bandoreke rasterast li ser stasyonên karebayê û dabînkirina gaza malan kiriye, bûye sedema qeyranê û bilindbûna bihayên wê.

Li gel êrişa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ya di 28ê Sibatê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrişên mûşekî û dronî yên hêzên Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdar ên Îraqî yên ser bi wî welatî ve bûye.

Di encamê de heta niha du Pêşmergeyên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê û karmendekî asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst