کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Ne cezakirin ne jî tirsa koronayê bandor li beşek Amediyan nekiriye

Mehdî Mutlu

Mehdî Mutlu

09-04-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu09-04-2020

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) de, bi pêşniyariya Lijneya Zanisti ya Wezareta Tendurustiya Tirkiye beşek biryar ji aliyê Serokomariya Tirkiyeyê ve hatibû girtin û ji wan biryaran jî  biryareke sereke ew bu ku "divê welatî li bazarên servekirî û marketan maskeyan li ber xwe bikin" tevî hemû hişyarî û sepandinan beşek zêde xelkên bajarê Amedê li bazar û marketan maske girê nadin. 

Fermana biryara Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Wezareta Navxwe yê Tirkiyê ve ji 81 parêzgariyên Tirkiye re hate rêkirin, lê piştî vê biryarê jî gelek xelk hene ku hîn jî di nav qelebalixiyê de mask li ber xwe nakin an jî maskeyan di bêrîkê xwe de digerînin.

Welatiya bi navê Remzîye Geçimlî got: “Mask dane min; lê min ew xiste bêrika xwe, maskeyên ku dane min ne saxlem in û lepikên min jî di bêrîka min de ne."

Welatiya bi navê Mihemed Bayrak jî diyar kir ku ji ber wî cifare kişandiye mask li ber devê xwe nekiribye

Li gor biryara hikûmeta Tirkiyê di mijara maskeyan de ew kesên ku pabendê rênimayan nebin herî kêm dê bi 3 hezar lîreyê Tirkî bêne sizadan; lê ne sizadan ne jî tirsa tûşbûna koronayê li ser beşek xelkên Amedê wisa xûya ye zextekî derûnî nekiriye.

Marketên Amedê çi bi xêzên mesafeya neferan, çi bi danîna dezenfekteyan, çi jî bi ambalajkirina fêkî û sewzeyan pabendê rênmayiyan in û herwisa hemû xebatkarên wan bi maske dewamê dikin; lê beşek zêde kiryarên wan tevî hemû hişyariyan jî maske girê nadin.

Rêvebirê Marketa Tempogrosê Tevfîk Arî jî dibêje: “Me hemû reyona xwe ya fêkî û sewzeyan pakêt kirine û hilberînên me ji vîrusan parastî ne; lê mixabin mişteriyê me maske li ber xwe nakin; gelek caran em hişyarî didine wan; lê ew guh nadin kesî.”

Vîrusa Covid-19 niha li hemû cîhanê belav dibe û Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku di 15 rojan de hejmara tûşbûyên wê derkete ser 38 hezaran  û ev rêje roj bi roj zêdetir dibe.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên