Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê doh zarokeke 5 salî canê xwe ji dest da.
Pizîşkiya Dadî ya Silêmaniyê ragihand, "Di bin şkenceyê de miriye."
Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed çû cihê veşartina zaroka 5 salî û bi xizmên wê re axivî.
Beşeke ji xizman got, "Dayîkê şkence li zaroka xwe kiriye û sedema mirina wê jî ev e."
Polîsan li gorî madeya 410î ya Yasaya Cezayan a Îraqê, dayîk û bavê zaroka 5 salî desteser kirine.
Herdî Mihemed da zanîn, vîdeoyên taybet gihîştine destê wî ku tev dîmenên wisa ne ku eşkere şkenceya li zarok îspat dikin.
Vê malbatê ji bilî wê keça 5 salî, 3 zarokên din (du keç û kurek) jî hene.
3 saetan li hewşê maye
Li gorî gotina cîranên wê malbatê, "Zaroka kuştî" nêzîkî 3 demjimêran li hewşa malê maye.
Pişt re her du xwişk û birayê wê, her çend temenê wan biçûk be jî, xelk ji rewşê agahdar kiriye.
Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, gotegotek heye ku tê gotin dibe ku hinek nexweşiyên derûnî yên dayîkê hebin lê ev yek nehatiye piştrastkirin.
Daîreya Ragihandin û Pêwendiyan a Birêvebiriya Rûbirûbûna Tundiya li dijî Jin û Malbatê ya Silêmaniyê ragihand:
"Saet 22:00ê şeva 8ê li ser 9ê Nîsana 2026an, em ji bûyereke kuştina keçeke 5 salî hatin agahdarkirin."
Li gorî birêvebiriyê, tîma taybet gihîştiye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.
Piştî lêkolîna destpêkê derketiye holê ku "şopên tundiyê bi laşê zarokê ve hebûn."
Ji bo lêkolînên zêdetir termê wê şandin Pizîşkiya Dadî ya Silêmaniyê.
Her wiha hat diyarkirin ku dayîk û bavê zarokê tohmetbar in û ji bo lêkolîna zêdetir hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse