Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya nû ya îdarî li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û Şaredara Kobaniyê îro dest bi kar kir.
Birêvebira Şaredariya Kobaniyê Almaz Romî di bultena Rûdawê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da û nexşerêya xebatên xwe eşkere kir.
Budçeyeke taybet ji bo Kobaniyê
Almaz Romiyê diyar kir ku ji bo nûkirina binesaziya bajêr wan gavên giring avêtine.
Almazê derbarê hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Sûriyeyê de agahiyên nû dan û got:
"Me berî sê rojan bi Parêzgarê Helebê re civînek pêk anî. Me hûrguliyên wêraniya li Kobaniyê û hewcedariyên lezgîn ên xelkê pêşkêş kirin.
Parêzgar soz da ku ji bo projeyên şaredariyê budceyeke taybet were veqetandin. Niha tîma me ya pispor li ser nexşerêya nû ya bajêr dixebite."
Pirsgirêkên av, elektrîk û rêyan
Dilbixwîn Dara pirsî ka kîjan xizmetguzarî di serî de ne.
Almaz Romiyê destnîşan kir ku bajar ji aliyê binesaziyê ve gelekî li paş maye û wiha got, "Pirsgirêka av, elektrîk û rêyan barê giranê ser milê me ye.
Pêvajoya tespîtkirina ziyanên li binesaziyê niha didome. Me tîmeke ji kesên xwedî-ezmûn wekî Ehmed Şêxo, Mihemed Remî, Mislim Dimelî û Narînê amade kiriye da ku em van pirsgirêkan bi lez çareser bikin."
"Nasnameya Kurdî nayê guhertin"
Yek ji pirsên giring ên Dilbixwîn Dara li ser parastina çand û nasnameya Kurdan a li saziyên bajêr bû.
Şaredara Kobaniyê li ser vê mijarê helwesteke zelal nîşan da û got: "Kobanî bajarekî Kurdî ye. Em dê rê nedin ku nasname û navên Kurdî werin guhertin.
Tabelayên şaredariyê yên bi Kurdî dê li cihê xwe bimînin û mîrateya vî bajarî dê were parastin."
Almazê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew tenê ji bo xizmetkirina gelê xwe li ser wî kursî rûniştiye û amade ye bi hemû saziyan re ji bo berjewendiya Kobaniyê hevkariyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse