Li Dêrsimê asta ava çeman bilind bû: Gelek seyrangeh di bin avê de man

2 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Berf Baran Metirsî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, piştî zivistaneke dijwar, bi hatina biharê re xwezayê careke din can girtiye.

Lê helîna bilez a berfa li ser lûtkeyan û barana gur a rojên dawî, bûye sedem ku asta ava çemên Munzûr û Pilemûriyê bi awayekî metirsîdar bilind bibe.

Ji ber bilindbûna asta avê gelek restoran û cihên geştyariyê yên li beravên her du çeman di bin avê de mane.

Karmendê seyrangehê Erdogan Gungor li ser rewşê wiha axivî:

"Piştî baran û berfê, li vir her der tije av bû.

Qapaxên bendavê jî girtî ne, lewma av vedigere û ev der di bin avê de dimîne.

Tam dema karê me bû lê em niha nikarin tiştekî bikin.

Divê rayedar ji bo vê yekê rêyeke çareseriyê peyda bikin, nexwe eger lehî rabe dê bibe felaket."

Salên borî ji ber hişkesaliyê asta ava çem û rûbarên Dêrsimê kêm bûbû.

Lê bereketa îsal a avê bi xwe re çendîn metirsî jî anîne, bi taybetî ji bo wan kesên ku di vê demê de li derdora çeman seyranê dikin.

Hişyariya ji bo malbat û zarokan

Serokê Komeleya Lêgerîn, Rizgarkirin û Werzişên Xwezayî ya Dêrsimê Hîkmet Gokmen diyar kir ku ev 15 sal in wan berfeke wisa nedîtiye û got:

"Li ser çiyayan hîn jî berfeke zêde heye.

Hewa germ e û berf dihele.

Ava çeman pir zêde bûye; divê welatiyên me û zarokên ku diçin berava çeman pir baldar bin.”

Berf û barana îsal di heman demê de li ser şofêran jî metirsiyeke mezin çêkiriye.

Ji ber şilbûna erdê, li gelî û newalan kevir û latên mezin dikevin ser rêyan û dibin sedema qezayên trafîkê.

Metirsiya ketina keviran a li ser rêyan

Welatiyê bi navê Ercan Topaç bal kişand ser metirsiyên li ser rêyan û anî ziman:

"Îsal berf pir bariya û niha jî baran dibare.

Çemên Munzûr û Pilemûriyê pir rabûne.

Mirovên ku diçin navçeyên Pilûr û Pilemûriyê bila baldar bin.

Kevir dikevin ser rêyan. Berê gelek kesan di vê avê de canê xwe ji dest da, lewma bila malbat li zarokên xwe xwedî derkevin.

Em ji berf û baranê pir kêfxweş in lê bila nebe sedema mirina kesî."

Rayedarên Dêrsimê hişyariyê didin ku dê helîna berfê di rojên pêş de jî bi heman awayî bidome.

Ji ber wê ji welatiyan dixwazin ku ji bo selametiya canê xwe nêzîkî çem û rûbaran nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst