Tora Medyayî ya Rûdawê bi xwîner û saziyan re pêwendiya xwe xurttir dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Elî Caf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di çarçoveya pêngavên xwe yên nû de, ji bo xurtkirina têkiliyên li gel xwîner û saziyan, hesabên fermî yên beşa Peywendiyên Giştî li ser medyaya civakî vekirin.

Ev hesabên nû dê bibin platformên sereke ji bo belavkirina daxuyaniyên Rûdawê, serkeftin û destkeftin, hevkariyên medyayî, çalakî û peywendiyên saziyî.

Her wiha dê bibe deriyek da ku xwîner û temaşevan ji nêzîk ve bi kar û xebatên Tora Medyayî ya Rûdawê re şareza bibin.

Birêvebirê Peywendiyên Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Elî Caf got, "Em her tim dixebitin ku hîn zêdetir nêzîkî xelkê bibin.

Ev hesab dê bibe pireke di navbera me û her kesê ku dixwaze geşedana Rûdawê ji nêzîk ve bişopîne."

Vekirina van hesaban gava giring a qonaxa geşedan û firehbûna Rûdawê ye.

Armanca sereke ya vê pêngavê xurtkirina kanalên ragihandinê û avakirina peywendiyeke bihêz a di navbera temaşevan û saziyan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst