Nêçîrvan Barzanî û Kevin Lambert li ser şerê li dijî DAIŞê axivîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kevin Lambert DAIŞ Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymananiya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê General Kevin Lambert pêşwazî kir.

Di civîna de pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmergeyan, artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Hevpeymananiya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê kir.

Hat destnîşankirin ku di vê qonaxa hestiyar de ev hevkarî ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna astengiyan ferz e.

Metirsiyên terorê, têkoşîna li dijî gefên DAIŞê û bandora şer a li ser Îraq û herêmê mijarên din ên sereke yên civînê bûn.

Her du aliyan her wiha li ser çend mijarên din ên hevbeş nêrînên xwe bi hev re par vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst