RIHA – Careke din êrişî DEM Partiyê hat kirin

09-05-2024
Nîşan DEM Partî Riha Bêrecûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê careke din êrişî ofîsa DEM Partiyê hat kirin.

Doh berê sibehê derdoha saet 03:30î li Taxa Meydanê bi çekan êrişî ofîsa DEM Partiyê hatibû kirin.

Paşê derketibû holê ku Halîl Begîtê birayê Şaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ev êriş kiriye.

Li Bêrecûkê îro berê sibehe careke din êrişî ofîsa DEM Partiyê hat kirin.

Şaxa DEM Partiyê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku vê carê jî êrişî heman ofîsê hatiye kirin û xisara madî çêbûye.

DEM Partiyê got, “Nayê zanîn êrişkar kî ne” û amaje pê kir ku Mehmet Begît heta niha jî desteserkirî ye.

DEM Partiyê diyar kir, “Em dizanin ku li pişt vê êrişa rûreş kîjan hêzên tarî, kûr û qirêj hene” û ragihand ku dê îro saet 13:00an li ber ofîsa DEM Partiyê ya Bêrecûkê daxuyaniyekê bidin.

Çi bûbû?

Di hilbijartinên 31ê adarê de DEM Partiyê li Bêrecûkê ji sedî 56ê dengan standibûn û bûbû partiya yekem.

Mehmet Begîtê ku endamê DEM Partiyê bû û bûbû serokê Şaredariya Bêrecûkê lê piştî demekê ji DEM Partiyê îstifa kiribû.

DEM Partiyê diyar kiribû ku xizmên Mehmet Begît rêvebirên partiyê tehdîd dikirin û paşê jî êrişê rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst