Hisîça (Rûdaw) - Ji bo destpêkirina sala nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an, li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê amadehî tên kirin.
Tê gotin ku îsal li parêzgehê 500 hezar zarok biçin dibistanan.
Her wiha 35 hezar mamosteyan jî dest bi karê xwe ya îdarî kiriye.
Nîvê dibistanan pêwîstî bi nûjenkirinê heye
Li gorî amaran, li parêzgeha Hisîçayê 2 hezar û 317 dibistan hene.
Lê nêzîkî nîvê van dibistanan pêwîstî bi nûjenkirin û çaksaziyê heye.
Li bajarê Qamişloyê 225 dibistan hene û niha tenê dibistanek tê nûjenkirin.
Ji bo ku hemû dibistanên herêmê baş werin amadekirin, pêwîstî bi budceyeke mezin heye.
Lê belê ev budce heta niha nehatiye peydakirin.
Birêvebira Perwerdeya Qamişloyê Cîhan Hesam jî amaje bi kêmasiyan kir û destnîşan kir ku ji ber nebûna budceyê ew rûbirûyî astengiyan dibin.
Dibistanên hilweşiyayî û yên ji axê
Li gorî amarên birêvebiriya perwerdeyê, li gundewarê başûrê parêzgeha Hisîçayê 15 dibistan bi temamî hilweşiyane.
Ji xeynî wê, li navçeyên wekî Serê Kaniyê, Erîşeyê, Til Koçerê û Holê 180 dibistanên ji axê hene.
Xwendekar li benda vekirina dibistanan in
Gelek zarok li kêleka dibistanên xwe bi gogê dilîzin û li benda wê rojê ne ku dewama wan dest pê bike.
Xwendekar Fayîz Berho qala vebûna dibistana xwe kir û got:
“Em dersan dixwînin û em dilîzin. Gelekî xweş e. Ez dixwazim dibistan vebe û em xwe amade dikin.”
Xwendekarekî din ê bi navê Mesûm Berho jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Em dersan dixwînin û em bi hevalên xwe re dilîzin. Ez herî zêde ji dersa olî hez dikim.”

.webp&w=3840&q=75)
