Berdevka DEM Partiyê: Hindik maye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye

09-05-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Ayşegul Dogan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr(Rûda) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku hindik maye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Navenda DEM Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Ayşegul Doganê eşkere kir ku PKK dikare di demeke kurt de daxuyaniyê bide û got:

"Hindik maye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye."

Li aliyê din li gorî medyaya Tirkiyeyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya bi 2 rojan bi hinek wezîr û parlamenterên partiya xwe re civiyaye û diyar kiriye ku ew li bendê ne PKK "kêliyekê berî kêliyekê" çekan deyne.

Ayşegul Doganê got, "Em wekî DEM Partî dubare dikin, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk em amade ne.

Em amade ne hemû berpirsiyariyên li ser milê xwe bi cesaret û biryardarî pêk bînin."

Dogan derbarê hewldana suîkastê ya li dijî DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder jî axivî.

Doganê diyar kir ku ev bûyer bi biryara hevpar a partî û Onder nehatiye parvekirin lê bi baldarî tê şopandin û rayedarên pêwîst jî li ser suîkastê hatine agahdarkirin. Dogan got, "Heta niha ti agahiyeke ku gihiştibe destê me nîne."

Doganê her wiha bersiv da îdiayên hewldana suîkastê ya li dijî Pervîn Buldanê jî û eşkere kir ku qezaya li Îtalyayê divê wekî sûîqest neyê dîtin.

“Em jî li benda vê biryara dîrokî ne”

Berdeveka DEM Partiyê amaje bi kongreya PKKyê jî kir û got:

"Biryara civandina kongreya PKKyê meseleyeke demê ye. PKK dikare her gavê ragihîne ku kongre pêk aniye.

Em jî li benda vê gavê dîrokî û biryara ciddî mezin û girîng in.

Piştî bangawaziya 27ê Sibatê zûka daxuyanî ji PKKyê hatibû wan di cih de daxuyaniya agirbestê dabûn.

Em bi we re civiyan û me got, 'Em vê biryarê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin.'

Me diyar kiribû ku ji bo danîna hemû çekan berpirsiyariyeke mezin li ser milê siyasetê ye, divê her kes bi cesaret vê berpirsiyariyê hilgire.

Îro em dîsa vê dibêjin lê belê pêngavên piştî vê jî girîng in. Daxuyaniyên Birêz Serokkomar yên derbarê 'berpirsiyariyên mezin ên ku dê bikevin ser milê siyasetê' de jî hene.

Em wekî DEM Partî dubare dikin, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk em amade ne. Em amade ne hemû berpirsiyariyên li ser milê xwe bi cesaret û bi biryardarî pêk bînin."

Li aliyê din, 5ê mehê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk behsa pêvajoya nû kir û eşkere kir ku dê di rojên pêş de gavên şênber bên avêtin.  

Omer Çelîk diyar kir ku ew pêvajoya xwefesixkirina PKKyê ji nêzîk ve dişopînin û dê gavên şênber bên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst