DEM Partiyê li ser kongreya PKKyê daxuyanî da

09-05-2025
RÛDAW
Nîşan PKK DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Kongreya PKKyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser 12emîn Kongreya PKKyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Bi biryarên kongreya dîrokî ya PKKyê re em gavekê din nêzîkî asoya aştiyê dibin”

PKKyê îro eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. 

Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li ser kongreya PKKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya nivîskî de 8 xal hatine rêzkirin.

DEM Partiyê ji bo destpêkirina pêvajoyê spasiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî jî kir.

Dxuyaniya DEM Partiyê wisa ye:

"Em îro şahidiya gaveke dîrokî û krîtîk a dîroka nêzîk a Tirkiyeyê dikin"

  1. Bi biryarên kongreya dîrokî ya PKKyê, em gavekê din nêzîktirî aasiya aştiyê dibin piştî pêvçûnên 50 salî. Ev gav, gavek e ji bo ku careke din aştî û siyaseta demokratîk li ser axa me ya kevnar şîn bibe û geş bibe ku bi sedsalan hesreta wê hatiye kişandin.

     

  2. Beriya her tiştî, em bi rêzeke kûr hemû mirovên ku di pêvajoya dirêj a pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ezmûna bi êş a bi dehan salan nîşanî me hemûyan da ku reng, ziman û nasnameya êşê nîne. Îro hêsirên Tirk, Kurd, Çerkez, Ereb, Elewî, Sunî û hemû nasname û baweriyên din gihîştine heman deryayê. Em kovanên xwe yên hevbeş di dilê xwe de hildigirin; em dê bîranîna hemû kesên ku me ji dest dane wekî emaneteke pîroz biparêzin û em dê pêşeroja xwe ya hevbeş ava bikin.

     

  3. Niha dem e ku em îradeya jiyana hevbeş û wekhev di serî her tiştî de deynin. Êdî deme ku em bi kûrahî bawer bikin bi civakeke demokratîk, siyaseta azad, hiqûqa gerdûnî, deme ku em ji bo demokratîkbûnê bixebitin û gavan bavêjin. Bila êdî ti xortek ne li çiyê ne li bajêr nekeve axê. Bila ji vir û pê ve li vî welatî ne dengê înkarê û çekan lê dengê siyasetê, ne dengê hêrsê lê dengê lihevkirina demokratîk û civakî, ne dengê veqetandinê lê dengê jiyana hevbeş û wekhev bilind bibe.

     

  4. Rûpeleke nû di rêya aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk de tê vekirin. Em wekî DEM Partiyê li vê xala dîrokî ya veguherînê baweriyê tînin ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna rastîn a Tirkiyeyê, beriya her tiştî TBMM û hemû dezgehên siyaseta demokratîk berpirsiyariyê hilgirin.

     

  5. Divê niha dengê demokrasiyê û edaletê bilind bibe. Erkê dîrokî yê ku li ber meclisê ye ji bo avakirina aştiya civakî pîroztir e ji wê yekê ku bikeve bin siya ti hesabên siyasî. Niha berpirsiyariya me ya herî bingehîn ew e ku em bi hev re zemîna yasayî-dezgehî ya ku vê gava dîrokî bigorîne aştiyeke mayînde ava bikin.

    Di vê kêliya dîrokî de, bicîhanîna berpirsiyariya dîrokî ya desthilata birêvebiriyê ji bo serkeftina derfeta avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, dê garantiya aştiyê be.

    Em spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Abdullah Ocalan dikin ku berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser xwe di pêşveçûna vê pêvajoyê de; spasiyên xwe pêşkêşî gelên Tirkiyeyê dikin ku berdêla aştiyê bi canên xwe, zarokên xwe û hêsirên xwe dane; spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Devlet Bahçelî dikin ku piştgirî daye îradeya çareseriyê û Serokkomarê Birêz Erdogan ku li vê îradeyê xwedî derketiye û serokê mixalefeta sereke Birêz Ozgur Ozel û hemû serokên mixalefetê dikin ku bi awayekî erênî nêzîkî vê pêvajoyê bûne.

     

  6. Ji bo ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê, erkê parastina aştiyê, avakirina wê û bidestxistina pêşerojê ji îro ve dikeve ser milê dezgehên me yên siyasî, rêxistinên me yên civaka sivîl û ya herî girîng, her yek ji 85 milyon hemwelatiyên me. Em dixwazin ku aştiya Tirkiyeyê bibe hêvî ji bo Rojhilata Navîn û îlham ji bo cîhanê.

  7. Em wekî DEM Partiyê, sozeke pîroz didin gelên Mezopotamya û Anatolyayê: Em dê ji rûbirûbûna bi rastiyê, ji bicîhanîna edaletê nereve; em dê ti carî destûrê nedin ti gavên ku ruhê kesên ku me winda kirine biêşînin, ti gotinên ku zerarê bidin pêvajoyê, ti kiryarên ku rêya aştiyê bibirrin. Em dê bibin parêzvanên dilteng û bêwestiyayî yên hemwelatiya wekhev, siyaseta demokratîk û aştiyê.
  8.  
  9. Îro em bargiraniya hêviyeke mezin û berpirsiyariyeke kûr a ku dîrokê daniye ser milê me hildigirin. Ev ne dawî ye, destpêkeke nû ye. Em vê daxuyaniya îradeyê bi anîna bîra hevalê me yê hêja Sirri Sureyya Onder temam dikin ku temenê xwe ji bo aştî û biratiya gelan terxan kiribû, dilê wî hertim li gel bindestan lê dabû.

Em dê roniya aştî û biratiyê teqez bînin van erdnîgariyan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst