Hewlêr (Rûdaw) - Çarik an jî laçika spî di çand û dîroka Kurdan de ji cilekî asayî wêdetir e û ww sembola rûmet, aştî û mîsyoneke pîroz a jinê ye.
Çarika spî bi taybetî di demên şer, pevçûn û dijminatiyên giran de, wekî "çeka herî bihêz a aştiyê" tê qebûlkirin.
Fermana rawestandina şer
Di nav civaka Kurdî de, jin xwedî rûmeteke wisa ye ku eger ew bikeve navberê şer di wê kêliyê de disekine.
Di dema şer de eger du eşîr an jî du alî şerekî bixwîn bikin, rêbazeke kevnar tê bikaranîn.
Eger jineke bitemen ango dayîkek çarika xwe ya spî ji serê xwe derxe û biavêje navbera her du aliyên şerker, divê şer demildest raweste.
Ti kes wê wêrekiyê nîşan nade ku di ser çarika spî re guleyan bireşîne.
Binpêkirina vê çarikê wekî "bêrûmetiya herî mezin" û "lêdana li rûyê dayîkê" tê hesibandin.
Peyama dilpakî û aştiyê
Rengê spî di çanda Kurdî de nîşaneya dilpakiya dayîkê û xwesteka jiyaneke aştiyane ye.
Dayîkên ku çarikên spî didin serê xwe, bi vî rengî peyamekê didin.
Ew nîşan didin ku tenê aştiyê û silametiya canê zarokên xwe dixwazin.
Di nav malbat û eşirên Kurdan de, dayîka ku çarika spî li serê wê ye, peyva wê qanûn e.
Ew wekî dadwereke xwezayî ye. Dema ew çarika xwe radike ev tê wê wateyê ku rewş gihîştiye lûtkeyê.
Di wê kêliyê de divê aqilmendî bikeve dewrê.
Dayîkên Çarikspî
Di serdema modern de, bi taybetî ji salên 1990î û vir ve, Dayîkên Aştiyê çarika spî kir sembola têkoşîna aştiyê.
Ji ber wê yekê ew wekî "Dayîkên Çarikspî" jî tên naskirin.
Van dayîkan partiyên siyasî ziyaret kir û daxwazên xwe anîn zimên.
Wan di serdanên xwe yên ji bo MHPyê, AK Partiyê, CHPyê, Partiya Paşerojê û Partiya Saadetê de çarikên spî pêşkêşî serok û berpirsên wan partiyan kirin.
Dayîkên Aştiyê bi dayîna vê çarika spî wekî diyarî ji wan re got, "Vê aştiyê qebûl bikin û nehêlin êdî xwîn birije."
Mîmara sereke ya aştiyê
Çarika spî di çanda Kurdî de fermana rawestandina xwînê ye.
Ew nîşan dide ku jin di civaka Kurdî de ne tenê xwediya malê ye.
Di heman demê de mîmara sereke ya aştiyê ye jî.
Tevî borîna bi sedan salan, niha jî çarika spî bandora xwe diparêze.
Ev çarik di pêvajoyên çareseriyê de bandora xwe ya siyasî û çandî ya di nav Kurdan de nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse