Li Êlihê çînîna çîlekan dest pê kir: 400 malbat debara xwe pê dikin

56 xulek berê
Nîşan Êlih Çîlek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sasonê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, demsala çînîna çîlekan dest pê kir.

Nêzîkî 400 malbat li Sasonê debara xwe bi çandiniya çîlekan dikin.

"Ji ber baranê dereng dest pê kir"

Cotkar Hasan Erdemê ku çîlekan diçîne, li ser çandin û çînîna îsal axivî.

Erdem got ku îsal demsala çînînê ji ber baranê bi qasî 10 rojan dereng dest pê kiriye.

Her wiha Hasan Erdem diyar kir ku çîlekên Sasonê bi rêbazên xwezayî tên çandin.

Erdem destnîşan kir ku çîlekên wan organîk in û li seranserê Tirkiyeyê eleqeyeke mezin dibîne.

Bûye brandeke naskirî

Hilberînerê çîlekan Cengîz Taşdemîr jî diyar kir ku wan îsal li ser 27 donim erd çîlek çandine.

Taşdemîr da zanîn ku wan dest bi çînîna çîlekan kiriye.

Cengîz Taşdemîr anî zimên ku çîlekên Sasonê yên ku bi rêbazên organîk tên çandin, êdî li derveyî herêmê bûne markayeke naskirî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst