Di wêne de kesên li kêleka Ocalan kî ne?

09-07-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Girtîgeha Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, ji sala 1999an ve cara yekem bi peyameke vîdyoyî derket pêşberî raya giştî.

Peyama vîdyoyî, beriya pêvajoya çekdanînê ya ku tê payîn 11ê Tîrmehê dest pê bike, bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hat parvekirin.

Ocalan di vîdyoya ku li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kişandin de, da zanîn ku ew “Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya 27ê Sibata 2025an didomîne û got, “Dawî li tevgera PKKyê hatiye anîn ku li ser înkarkirina hebûnê û ji bo armanca dewleteke cuda bû.”

Ocalan pêvajo wekî “biqîmet û dîrokî” pênase kir û ragihand ku têkoşîna çekdarî ya PKKyê bi dawî bûye.

Ocalan got, “Hebûn hatiye naskirin, loma jî armanca sereke pêk hatiye. Têrkirina dema xwe di vê wateyê de ye”

Ocalan bal kişand ser girîngiya pêvajoyeke çekdanînê ya li ser esasê dilxwaziyê û komîsyoneke berfireh a ku di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de were avakirin.

Ocalan her wiha tekez kir ku ew dikarin bi “perspektîfeke entegrasyonîst a pozîtîf” bigihîjin armanca aştiyê û civaka demokratîk û PKK dev ji armancên xwe yên netewe-dewletê berdaye.

Di dîmenan de kî hene?

Di dema peyama vîdyoyî de hinek ji girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî li cem Ocalan cih girt.

Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2015an de wekî “sekreterya” şandibûn giravê, di wêneyê ku 27ê Sibata 2025an ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû parvekirin de jî bi Ocalan re hatibûn dîtin.

Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya 7ê Hezîrana 2025an, Mahmut Yamalak, Engîn Atabey û Zekî Bayhan jî di nav girtiyên din de ne ku şandine giravê.

Hamîlî Yildirim

Hamîlî Yildirim yek ji kadroyên nifşê yekem ê rêxistinê ye. Sala 1980yî ket girtîgehê û piştî 16 salan hat berdan û çû Sûriyeyê.

Sala 1997an wekî yek ji birêvebirên PKKyê çû Dêrsimê.

Dema ku sala 2004an wekî berpirsê PKKyê yê Hatay û Herêma Behra Spî derbasî Tirkiyeyê dibû, li Sûriyeyê bi 15 kesan re hat girtin.

Yildirimê ku radestî Tirkiyeyê hat kirin, cezayê heta hetayê yê girankirî lê hat birîn.

Veysî Aktaş

Veysî Aktaş sala 2015an sewqî Girtîgeha Îmraliyê hat kirin û bi Abdullah Ocalan re hat girtin.

Bi sûcê “veqetandina beşek ji axa di bin serweriya dewletê de ji birêvebiriya dewletê” cezayê heta hetayê lê hat birîn.

Omer Hayrî Konar

Omer Hayrî Konar 23 sal in girtî ye. Di navbera salên 2000-2002yan de di nav sazkirina PKKyê ya Rojhilata Navîn de cih girt.

Konar li Sûriyeyê hatibû girtin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin.

Konarê ku sala 2015an sewqî Girtîgeha Îmraliyê hat kirin, ji wê demê ve bi Abdullah Ocalan re tê girtin.

Engîn Atabey

Engîn Atabeyê ku di sala 1973yan de ji dayîk bûye, wekî yek ji bersûcên “êrişa Mavi Çarşiyê” tê naskirin.

Mahmût Yamalak

Mahmût Yamalakê ku di sala 1969an de li navçeya Tûxata Agiriyê ji dayîk bûye, sala 1994an hatibû girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Zekî Bayhan

Zekî Bayhanê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayîk bûye, ji sala 1998an ve di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst