Li Rihayê zarokekî 12 salî bûye berberekî navdar

09-08-2025
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Berber Arda Kîp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, Arda Kîpê 12 salî yê ku 4 sal in şagirdiya berberiyê dike,  niha bûye hostayekî baş û wî nav jî daye.

Li gundê Elîgorê yê Sirûcê Arda Kîpê şagirdê berberiyê bi başî fêrî karê xwe bûye û dema hostayê wî nebe bi tenê karê dikanê dike.

Arda dema 8 salî bûye dest bi şagirdiya berberiyê kiriye û ji niha ve zarokên hevtemenê xwe bi meqes û makîneyê tiraş dike.

Arda Kîp got, “Ez 12 salî me û ji 8 saliya xwe ve vî karî dikim.

Ez dixwazim bibim berberê herî baş ê Tirkiyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst