Henifî Turan: Tirkiye tiştekî bidest naxe

09-10-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Partiyên Bakur li hemberî Tirkiyê bûne xwedî yek helwest
Partiyên Bakur li hemberî Tirkiyê bûne xwedî yek helwest
Nîşan Çarenivîsa Rojava Bakurê Kurdistan Sinan Çiftyurek HDP PAK
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tirkiye bi biryar e û xwe amade dike ku operasyoneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê encam bide; li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê niha hemû partiyên Tirkî û Kurdî li hember helwesta hikumeta AK Partiyê pêgeha xwe zelal dikin, Partiyên Kurdî niha bûne xwedî helwestek hevpar û ew dibêjin ev operasyon li dijî destkeftiyên Kurdan e; Tirkiye PKKê ji xwe re dike hincet.

Li Bakurê Kurdistanê Partiya Komunîst a Kurdistanê ji 6 partiyên Kurdistanî yek e ku serokê wê yê giştî li hember vê operasyonê nîgeraniya xwe tîne ziman.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re wiha helwesta xwe ya bo egera êrişeke dijî Rojavayê Kurdistanê de nîşan da. "Tirkiye û Îran ji desthilatên Kurdan bi tevahî ditirsin, rêxistin û partî ji xwe re dikin hincet. Kurd li Rojhilata Navîn niha modeleke demokratîk a modern saz dikin, tirsa Tirkiye û Îranê ev e; gelê me yê Rojava bi maf in û divê piştevaniya wan were kirin."

HDP her çend di hilbijartinan de dengên xwe bi rêjeya % 95an ji Kurdan bigire jî ew dibêje em partiyeke Tirkiye ne; HDPê di asta rêvebiriya navendî  de, ew partiye ku dengê xwe herî zêde li hember pêkanîna opersyona Tirkiyeyê bilind dike û ew pê bawer e dê ev operasyon xisareke mezin bide Tirkiyê.

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari jî dibêje ku roj roja yekîtiya Kurdan e û herwiha ew sipasiya xwe ji bo daxûyaniya Serok Mesdû Barzanî dike.

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari wiha axivî: "Divê em Kurd di pêvajoyeke wiha de yekîtiya xwe ya netewî ava bikin; perçebûna me cesaretê dide wan. Di vê çarçoveyê de ez spasiya Birêz Barzanî jî dikim ku wî helwesteke erênî li hember Rojava nîşan da."

Tevî HDPê partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê niha bûne yek helwest û ew li hember destêwerdana Tirkiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê derdikevin.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan jî got: “Tirkiye bi vê siyaseta xwe dê tu tiştek bi dest nexe, em wek Partiya Azadiya Kurdistanê vê helwesta Tirkiyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê  şermezar dikin."

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê  di dema xwe de li hember operasyonên Mertala Ferat û Çiqla Zeytûnê jî derketibûn û bi daxûyaniyên hevbeş destêwerdana Tirkiyê şermezar kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst