Li Rojavayê Kurdistanê nexweşxaneyan pêwîstî bi dermanan heye

09-10-2023
Hisên Omer
Balafirên Tirkiyê navenda Asayîşê li Koçeratan bomberan kir
Balafirên Tirkiyê navenda Asayîşê li Koçeratan bomberan kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din careke din çend pêgeh li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Êrîşa herî mezin li ser akademyaya Asayişê li gundê Hemze Begê li başûrê Dêrikê, li başûrê rojavayê Qereçox bûye.

Li gorî zanyariyên taybet bi Rûdawê, civîneke fermandarên Asayişê li gel ciwanên ku nû tevlî Asayişê bûne bi 3 rokêtan ji aliyê balafireke şer ve hatiye armancgirtin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çend çavkaniyên bijîşkî wergirtine, derdora 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 50 kesî jî birîndar bûne.

Di nav qurbaniyan de, serpereştiyarê perwerdeya siyasî ya asayişê Xwînreş Temê heye.

Xwînreş Mihemed Zekî 1994 li gundê Mêrga Mîra yê Dêrik ji dayik bûye.

Ew derçûyê zanîngeha Feratê û derçûya Zanîngeha Rojava ya beşa ragihandinê ye.

Zewicî ye û bavê keçeke 2 salî ye.

Ji 7 salan ve di nav hêzên Asayişê de bûye.

Serpereştyarê perwerdeya siyasî bûye.

Di derbarê şiyanên nexweşxaneyan de,  Hevserokê berê yê Desteya Tenduristiyê Doktor Menal Mihemed ji Rûdawê re got pêwîstiya nexweşxaneyan bi derman û pêdawîstiyên bijîşkî heye.

Di nava 72 demjimêran de, artêşa Tirkiyeyê zêdetirî 150 cih li Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran kirine.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên cuda bi dest xistine di van 3ê rojan de 39 gund li tevahiya Rojavayê Kurdistanê hatine bombebaran û topbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst