Rêveberiya Xweser bilançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir

18-10-2023
RÛDAW
Bi giştî 104 cih, avahî, navendên elektirîk, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin
Bi giştî 104 cih, avahî, navendên elektirîk, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amarên zererên êrişên Tirkiyeyê yên di navbera 5 û 10 Çiriya Pêşîn de eşkere kirin.

Rêveberiya Xweser îro li bajarê Qamişloyê di civîneke rojnamegerî de bîlançoya zererê êrişên artêşa Tirkiyeyê eşkere kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis ragihand ku 17 sazî û cihên gazê û petrolê hatin hedefgirtin û ji ber wê zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê zerer dîtin.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser:

Stasyona Siwêdiyê ku elektirîk û gazê dide tevahî herêmê hat hedefgirtin.

11 cihên stasyonên elektirîkê hatin hedefgirtin û zerer li zêdetirî 2 milyon kesan bû.

2 cihên avê hatin hedefgirtin ji ber wê 18 stasyonên elektirîkê ji kar ketin.

2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobaniyê hatin wêrankirin.

48 navendên perwerdeyê hatin hedefgirtin û perwerde hat ragirtin.

Di wan êrişan de 2 zarokan canê xwe ji dest da  zarokek jî bi giranî birîndar bû.

3 saziyên pîşesaziyê li herêmên Cizîr û Kobaniyê ji kar ketin.

Li Rimêlanê navendeke perwerdeyê hêzên ewlehiyê bi temamî hat wêrankirin.

Bi giştî 104 cih, avahî, navendên elektirîk, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin.

Di nav de zarok, endamên ewlehiyê û şervanên HSDyê 44 kesan canê xwe ji dest da 55 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser bang li tevahî hêzên li Sûriyeyê û saziyên Neteweyên Yekbûyî kir ku helwestekê li hemberî êrişên Tirkiyeyê nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst