Li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî, Erdogan biryara rakirina qedexeyê derxist
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ferman da ku geştên asmanî yên bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji nû ve dest pê bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê spasiya Erdogan kir û ev biryar wekî gaveke girîng nirxand.
Serokatiya Herêma Kurdistanê spasiya Erdogan kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi peyamekê spasiya xwe pêşkêşî Recep Tayyîp Erdogan kir û got:
"Em spasiya xwe ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan dubare dikin ku îro di civîna xwe ya bi Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ferman da ku geştên asmanî yên Turkish Airlinesê yên ji bo Silêmaniyê ji nû ve dest pê bikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev biryar di çarçoveya pêwendiyên xurt ên Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de tê ku em piştrast in dê bibe alîkar ji bo bipêşxistina zêdetir a hevkariya hevbeş û di berjewendiya her du aliyan de, bi taybetî jî di berjewendiya welatiyên me yên li sînorê Silêmaniyê de be."
Erdogan ji Barzanî re got: "Gotina te nayê redkirin"
Serokê Herêma Kurdistanê li Enqereyê bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî û bi erêkirina Recep Tayyîp Erdogan, ablûqeya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hat rakirin.
Tê gotin ku Erdogan ji Barzanî re gotiye, "Gotina te nayê redkirin."
Turkish Airlines: Em dê hefteyê 7 rojan geştan li dar bixin
Serokê Ragihandinê yê Turkish Airlinesê jî derbarê biryarê de daxuyaniyek da û got:
"Wekî ala hilgir, em berdewam dikin ku Tirkiyeyê li çar aliyê cîhanê li asîmanan bi serbilindî temsîl bikin.
Di çarçoveya vê vîzyonê de, em kêfxweş in ku dê di demeke nêzîk de xeta me ya Silêmaniyê cardin bigihîje asîmanan.
Bi geştên me yên Silêmaniyê yên ku dê heft rojên hefteyê bi awayekî birêkûpêk bên lidarxistin, em armanc dikin ku alîkariyê bidin xurtkirina pêwendiyên bazirganî, çandî û geştiyariyê yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de.
Em mêvanên xwe vedixwînin ku mêvanperweriya Tirkiyeyê li asîmanan bi standardên herî bilind biceribînin.”
Qedexeyê di Nîsana 2023yan de dest pê kiribû
Tirkiyeyê di 3yê Nîsana 2023yan de qada xwe ya asmanî li ser geştên ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.
Wê demê Tirkiyeyê sedema biryarê wekî zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêmê û zêdebûna bandora wê li balafirgehê nîşan dabû.
Herî dawî di 6ê Çiriya Pêşîn a 2025an de, Tirkiyeyê ev biryara xwe dirêj kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse