Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser şerê herêmê axivîn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê bi Serokkomarê Tirkiyeyeyê re behsa pêşhatên herêmê û êrişên dawî kir.
Serokkomarê Tirkiyeyeyê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyeyê Recep Tayyîp Erdogan telefon ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re vekir.
Erdogan di peywendiyê de sersaxî da Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan Pêşmergeyên qehreman ên ku di êrişên dawî de şehîd ketine û birîndar bûne.
Erdogan her wiha êrişa bi dronî ya li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Serokkomarê Tirkiyeyeyê tekez kir ku welatê wî bi giringî li aramî û asayîşa Îraq û Herêma Kurdistanê dinere û her tim piştgiriya parastina aramiya herêmê dike.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Recep Tayyîp Erdogan û helwesta dostane ya Tirkiyeyeyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê bibe faktora aramiyê û ti carî nabe beşek ji şer û rageşiyan.
Di peywendiyê de pêşhatên herî dawî yên şer û bandora wî ya li ser herêmê û cîhanê hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya hewlên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse