Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê kir

09-11-2019
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Koçber Berdereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana kampeke koçberên Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li hewandin û xizmetkirina koçberan berdewam e.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li devera Berdereş a ser bi parêzgeha Duhokê ve serdana kampeke koçberên Rojavayê Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî li wê kampê li gel koçberan û herwiha berpirsên Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî yên li kampê hat ba hev û derbarê rewşa wan koçberên ku ji ber êrişên xwe gihandine wê kampê zanyarî wergirtin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê li kampê axaftinek pêşkêş kir û amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li ser hewandina koçberan berdewam e û diyar kir ku her çend zehmet be jî çi destê wan were ew dê bo koçberên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî aşkere kir ku niha li Herêma Kurdistanê milyonek û 500 hezar koçber dimînin û tekez kir ku salane bi kêmanî pêdivî bi milyarek û 500 milyon dolar heye bo dabînkirina pêdawîstiyên koçberan û got ku ev yek jî barekî giran û dijwar e li ser hikûmetê

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê destnîşan jî kir ku divê Netewên Yekgirtî (NY) û saziyên navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin bo karûbar û dabînkirina pêdiviyên koçberan.

Di dewama axaftina xwe de Mesrûr Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî wezaret û dezgehên ku bi xizemet û karûbarên koçberan radibin kir û got jî çi ji dest bê divê bê kirin bo peydankirina pêdiviyên koçberan.

Mesrûr Barzanî herwiha dîtina çareseriyeke siyasî bo pirsgirêkan bi pêwîst zanî û diyar kir ku ew li gel xizmetkirina koçberan ji bo dîtina çareseriyekê hewldanên xwe berdewam dikin bo ku koçberên Rojavayê Kurdistanê vegerin ser war û cihên xwe.

Wezîrê Nvxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî jî di şanda Mesrûr Barzanî ya bo serdana kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê de cih girtin.

Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmehê êrişeek berfireh bo ser Rojava dabûn destpêkirin û jibilî kuştin û birîndarbûna bi sedan sivîlan, li gor amarên Rêveberiya Xweser zêdetir ji 400 hezar xelkê sivîl ji cih û warên xwe bûne ku beşek ji wan berê xwe dane Başurê Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemêrî, ragihand ku li gor amarên Navenda Koordîsyanoa Krîzê ya ser bi Wezareta Navxwe ve, 14 hezar û 833 kes ji ber êrişên Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başurê Kurdistanê bûne.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku ji wan koçberan 11 hezar li kampa Berdereşê û yên din jî li kampa Gewilan hatine bicihkirin.

Peyamnêrê me diyar kir ku berî niha 226 hezar koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê diman û ew jî li 9 kampên din hatine bicihkirin û kampa Beredereşê dehemîn kamp e ku koçberên ji Rojava lê hatine bicihkirin.

Ew kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê jî, 5 li Duhokê, 4 li Hewlêrê û 1 jî li bajarê Silêmaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst