HEWLÊR Û BEXDA – Pêşniyara ji bo deriyên sînor amade ye

09-12-2017
Nîşan Îran Iraq Herêma Kurdistanê Derî Sînor Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Gumrigan li Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi awayeke hevbeşî deriyên sînorî birêve bibin, pêwîst e yasayeke yatbet were amadekirin û got: “Pêşniyara me ya li ser vê xalê amade ye.”

 

Rêveberê Giştî yê Gumrigan li Herêma Kurdistanê Samal Ebdurehman ji Rûdawê re ragihand, heta niha jî hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê di bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û diyar kir: “Li gorî destûrê divê deriyên sînor bi awayeke hevpar werin birêvebirin. Lê ji bo vê jî yasayeke taybetî pêwîst dike. Heta niha yasayeke wiha nehatiya derxistin.”

 

Samal Ebdurehman da xuyakirin, ku dikare piştî rêkeftina siyasî ya di navbera Hewlêr û bexdayê de, ji bo vê xalê jî yasayeke taybetî were derxistin û û got: “Me jî pêşniyara xwe ya li ser vê mijarê amade kiriye.”

 

Yek ji mercê Bexdayê ji bo destpêkirina guftugoya li gel Hewlêrê, radestkirina deriyên sînorî ye.

 

Roja 15-10-2017ê Komara Îslamî ya Îranê, her sê deriyên sînorî yên Perwêzxan, Başmax û Hacî Omranê bi awayeke yekalî bi ser Herêma Kurdistanê de girt û heta niha jî tenê deriyê Başmaxê bi awayeke fermî vekiriye.

 

Hevdem ji ber biryareke hikûmeta Iraqê, zêdetirî 2 heyvan e geştên esmanî yên li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatine sekinandin.

 

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îran û Tirkiyê de çend deriyên sînor hene, ku hinek ji wan fermî û hinek jî nîv fermî ne. Deriyên li gel Rojhilataê Kurdistanê Perwêzxan, Başmax û Hacî Omranê fermî ne û deriyên Kêlê, Seyranben û Tawêle jî nîv fermî ne.

 

Herwiha li gel Bakûrê Kurdistanê deriyên Îbrahîm Xelîl û Serzêrê, li gel Rojavayê Kurdistanê jî Deriyê Pêşxabûr hene.

 

 (N.S)

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst