Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê îdamê li wî bijîşkî hat birîn ku meha rojiyê li Hewlêrê xezûr, xesû, hevjîn û dişa xwe kuştibûn.
Dr. Sîrwan Mehmûd meha Remezanê ya borî li Hewlêrê hevjîna xwe, xesûwa xwe, xezûrê xwe û dişa xwe kuştibûn.
Bûyerê 13ê Adara 2025an li Hewlêrê rû dabû û Dr. Sîrwan Mehmûd li Taxa Fermanberan a Hewlêrê bi çekê êrişî mala xezûrê xwe kiribû.
Dadgeha Hewlêrê îro cezayê bidarvekirinê û du caran jî cezayê heta hetayê yê zîndanê li Dr. Sîrwan Mehmûd birî.
Parêzer Birzo Seîd ji Rûdawê re got: "Îro dadwer biryar li ser dosyeya Dr. Sîrwan Mehmûd da ku bi kuştina hevjîna xwe û malbata hevjîna xwe dihat tohmetbarkirin.
Dr. Sîrwan ji ber kuştina hevjîna xwe bi cezayekî heta hetayê, ji ber kuştina dişa xwe bi cezayekî din ê heta hetayê û ji ber kuştina xezûr û xesûya xwe û birîndarkirina zarokekî jî bi cezayê sêdarê hat cezakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse