Asayîş: 5 hevalên me çalakiyeke fedayî pêk anî

12 demjimêr berê
RÛDAW
Dûxan bi ser Taxa Şêx Meqsûdê ketiye\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dûxan bi ser Taxa Şêx Meqsûdê ketiye\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hêzên Ewlehiya Hundirîn Taxa Şêx Meqsûdê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) Zîlanê diyar kir ku 5 endamên wan ji bo nekevin destê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê çalakeyeke fedayî pêk anîne.

Zîlan li ser rewşa dawî ya taxa Şêx Meqsûdê ji Rûdawê re axivî.

Zîlanê ragihand ku li hemberî êrişên komên çekdar ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê çalakiyên fedayî hatine kirin û derbeyên giran li wan hatine xistin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên Rûdawê ji herêmê ragihandine, 5 endamên hêzên ewlekariyê li hemberî êrişkaran çalakiyên fedaî li dar xistine.

Li gorî agahiyên Zîlanê navên hinek ji wan endamên ku çalakiyên fedayî pêk anîne wiha ne: Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz û Rojbîn.

Zîlanê ragihand ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û teqez kir ku ew naxwazin taxê biterikînin.

Şervana Kurd diyar kir ku şer li nav taxê didome û hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexweşxane, sivîl û zarokan dikin armanc.

Endama Asayîşê destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye û hejmareke zêde ya birîndaran heye ku di nav wan de pîr, kal û zarok hene.

"5 hevalên me çalakiyên fedayî pêk anî"

Endama Asayîşê eşkere kir ku ji bo rêlibergirtina ketina çekdaran a nav taxê, 5 hevalên wan ên bi navên Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz û Rojbîn çalakiyên fedaî pêk anîne.

Zîlanê got: "Wan çalakiya fedayî kir da ku nekevin destê wan. Hevalên me li ber xwe didin da ku Şêx Meqsûd nekeve destê wan."

Endama Asayîşê îdiayên artêşa Sûriyeyê yên derbarê kontrolkirina Şêx Meqsûdê de red kirin û got:

 "Na, hevalên me tê de ne û berxwedanê dikin, morala wan jî bilind e."

Wê her wiha da zanîn ku tevî bangên Amerîka û Fransayê yên ji bo vekişînê jî ew dernakevin û li benda fermanên birêvebirî û rêxistina xwe ne.

Karesata mirovî û dorpêç

Zîlanê derbarê rewşa mirovî de hişyarî da û got,"Xwarin heye lê ne ew qas zêde ye. Em di bin dorpêçê de ne û her tişt kêm dibe.

Ti alîkariyeke mirovî nagihê me."

Endama Asayîşê her wiha eşkere kir ku nexweşxane ji ber qutbûna elektrîkê kar nake û ew birîndaran bi amûrên hawarçûna derman dikin.

Zîlanê diyar kir ku şerê kolan bi kolan didome û hêzên Sûriyeyê ji aliyê Eşrefiyeyê ve ketine nav taxê.

Zîlanê piştrast kir ku Taxa Eşrefiye bi temamî ketiye destê artêşê lê teqez kir ku Şêx Meqsûd hîn di destê wan de ye.

Zîlanê di dawiyê de anî zimên ku ew aştiyê û silametiyê dixwazin da ku gelê wan neyê kuştin û got:

"Dibe ku em bi rêya diyalog û dan û standinan derkevin. Em dixwazin dewletên biyanî desttêwerdanê bikin da ku aştî çêbibe."

Li aliyê din, SANAyê jî belav kir ku 5 şervanên Asayîşê çalakiyeke fedayî pêk anîne û gelek mirî û birîndarên Artêşa Ererban a Sûriyeyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst