Navenda Nûçeyan – Jibo vejandina Gola Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê rayedarên Îranê biryar dan, ku ava li piştî Bendava Bokanê berdin.
Hewlên jibo vejandina Gola Ormiyê ku ber bi hişikbûnê ve diçe û pirraniya rûberê wê bê av maye, berdewam in.
Rêvebirê Giştî yê Şîrketa Avê ya Herêma Ormiyê Kiyomers Danişcû ragihand, bo rêgirtin ji hişikbûna Gola Ormiyê û dubare vejandina wê, qonaxa sêyem a berdana ava Bendava Bokanê ber bi Gola Ormiyê ve dest pê kir.
Kiyomers Danişcû got, berdana avên li piştî bendavên li derdora Gola Ormiyê yek ji planên vejandina Gola Ormiyê ye ku ew plan bi berdana avên li piştî bendavên li parêzgeha Ormiyê dest pê bûye.
Danişcû herwiha got, di 2 qonaxên pêştir de ava bendavan hatibûn berdan û di vê çarçoveyê de 70 milyon metr sê goşe av ber bi Gola Ormiyê hatine berdan.
Rêvebirê Giştî yê Avê ya Parêzgeha Ormiyê tekez kir, ku li gor plana heyî pêwîst e ji destpêka projeya berdana avên bendavên derdora Gola Ormiyê rêjeya 181 milyon metr sê goşe av biçe nav Gola Ormiyê.
Kiyomers Danişcû da xuyakirin, ku tenê di heyama îsal de pêwîst e rêjeya 121 milyon metr sê goşe avên pişt bendavên li parêzgeha Ormiyê biçe nav Gola Ormiyê.
Bendava Bokanê li 35 kîlometriya başûr-rojhialtê navçeya Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser Çemê Zerîne hatiye avakirin.
Gola pişt Bendava Bokanê şiyana li xwe girtina 762 milyon metr çar goşe av heye û dirêjiya dîwarê Bendavê 530 metr û bilindahiya wê jî 50 metr e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse